Dema binçavkirina xwendekarên ku gotin 'Lokumê komkujiyê nabe' hat dirêjkirin
- 13:04 29 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Ji xwendekarên Zanîngeha Bogaz Îçiyê 11 kesên kugotin"Lokumê komkujiyê nabe" û hatin binçavkirin dema binçavkirina wan hefteyekê hat dirêjkirin.
Di 19'ê Adarê de li Zanîgeha Bogazîçiyê 11 xwendekaran kesên ku ji bo dagirkirina Efrîn lokum belav kirin şermezar kiribûn û ji ber vê ji aliyê serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hedef hatin nîşandan û hatin nîşandan û hatin binçavkirin. Xendekarên ku hatin binçavkirin dema binçavkirina wan hefteyekê hat dirêjkirin.
Li bendêye ku di rojên pêşiya me de lêpirsîna ji bo xwendekaran bê kirin.