Gelê Efrînê: Em ê bi rihê berxwedana serdemê bijîn
- 13:03 29 Adar 2018
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Rêveberiya Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê Nurşan Husên li ser avakirina wargeha berxwdanê û pêdiviyên gelê ku di wargeha berxwedanê de bi cih bûne nirxandinên girîng kir û got:"Gelê Efrînê bi rihê berxwedana serdemê dijîn û dixwazin vegerin ser axa xwe."
Nurşan Husên diyar kir ku piştî Dewleta Tirk û komên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin, ji bo ku gel ji komkujîıyan werin parastin Rêveberiya Xweser û Fermandariya YPG’ê sîvîl ji Efrînê derxistin û wiha got:”Sivîlên ku ji herêma Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn gundên Kantona Şehbayê têrî wan nekir. Loma me pêwistî dît ku em wargehek penaberan ava bikin. Şert û mercên gel pir zehmet bû, piranî gel li kolanan radiketin. Niha di wargehê de 300 malbat bi cih bûne û hin diyare ku wê malbat zêde jî bibin.”
Nurşanê, di berdewamiya axavtina xwe de wiha got:”Wargeha ku hatiye avakirin bi derfetên gelê Bakurê Sûriyeyê, Rêveberiya Kantona Şehbayê û Herêma Efrînê hatiye avakirin. Pêwîstiya gel bi şîrê zarokan,erzaq û derman heye. Bangawaziya me ji tevahî rêxistinên mafê mirovan heye ku li gelê ku di vê wargehê de dijîn xwedî derkevein. Netewên Yekbûyî xwedî li vê wargehê derbikevin.Gelê Efrînê biryar da ye ku wê di vê wargehê de jiyana xwe heta Efrîn ji çeteyan rizgar bibe dewam bike û ew tu caran jî, ji Efrînê dûr nakevin. Em ê bi rihê berxwedana serdemê bijîn”
Di dawiyê de Nurşanê wiha got:”Êdî divê Saziyên Mafê Mirovan bê deng nemînin, bi erk û berpisyariya xwe yê mirovahiyê rabin. Heger Netewên Yekbûyî, Rêxistinên Mafê Mirovan divê xwedî li gelê di wargeha berxwedanê de bi cih bûne derkevin.”