Hevseroka Tevgera Azadiyê Şîlan Şakir hat binçavkirin

  • 10:27 29 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Tevgera Azadiyê Şîlan Şakir li Zaxoyê ji aliyê asayişa KDP'ê hat binçavkirin.
 
Hevseroka Tevgera Azadiyê Şîlan Şakir li Zaxoyê ji aliyê asayişa KDP'ê hat binçavkirin. Berdevka Tevgera Azadiyê Tara Hisên daxuyanî da û got:"Şîlan Şakir a ku ji bo xebatan çûbû Zaxoyê do şev saet 22.00'de ji aliyê asayişa KDP'ê ve tevî ku biryara binçavkirina dadgehê tuneye jî hat binçavkirin. "
 
Tarayê anî ziman ku dema Şîlanê çû serdana endamê Tevgera Azadiyê Mihemed Zaxoyî hat binçavkirin û got:"Em wekî Tevgera Azadiyê vê helwesta KDP'ê bi zimanekî tund şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku Şîlan Şakir demildest serbest bê berdan."