Şîrîn Mislim: Herî zêde jin û zarok di bin bandora şer de dimînin
- 10:10 29 Adar 2018
- Rojane
Hêvî Botan
KOBANÊ - Bijîşka Derûniyê ya Endama Rêxistina Sara Şîrîn Mislim di derbarê bandora şer a li ser derûniya mirovan de anî ziman ku herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û got:"Êş, azar û çewisandina şer herî zêde bandorê li ser zarok û jinan dike. Zarokên ku ji mal û axa xwe dibin di warê derûnî de pirsgirêkên mezin dijîn û siberoja wan dikeve xeteriyê."
Bijîşka Derûniyê ya Endama Rêxistina Sara Şîrîn Mislim di derbarê bandora şer a li ser derûniya mirovan de bi lêv kir ku jin û zarok bingeha civakek azad û demokratîk e loma di şer de herî zêde zarok û jin tên çewisandin û got:"Di şerê derûnî de hedefa desthilatdaran a yekem jin û zarok in. Ev mînaka me di şerê ku li dijî Kobanê, Şengalê û li Efrînê hat meşandin dît. Di hemûyan de jî jin û zarok hatin qetilkirin û çewisandin."
'Şer dibe sedema nexweşiya derûnî'
Şîrînê anî ziman ku şer dibe sedema nexweşiya derûnî û wiha got:"Dema ku di şer de zarok tên çewisandin di dilê wan de dewsa hezkirinê kînek mezin tê avakirin. Ev jî hem ji bo siberoja civakê hem jî ji bo siberoja zarok xeterek mezin e. Dema jin jî derûniya wan ji ber şer ne baş bibe ev yek bandorê li ser zarok dike, dema ku bandorê li ser zarok bike li ser civakê jî dike."
'Dayik bi çîrokên şer zarokên xwe mezin dikin'
Şîrînê da zanîn ku zarokên ku di nav şer de mezin dibin di heman demê de bi çîrokên şer mezin dibin û got:"Ji ber ku zarok di nav şer de mezin dibe her dem dibe şahidê çîrokên bi êş û elem. Dayik neçar dimînin ku zarokên xwe bi çîrokên şer mezin bikin. Ev jî bandorek neyînî hem li ser derûniya zarok hem jî li ser derûniya dayikê dike. Dema ku ev yek bandorek neyînî li ser zarokan dike ligel vê yekê zarok di warê baweriyê de lawaz dimînin her wiha zarok bi vî awayî roleke êrîşkar mînak digirin. Ev yek jî ji bo siberoja civakê talûkeyek mezin e."
'Tunekirina xeyalên zarokan ji bo hemû cîhanê xeter e'
Şîrînê bi lêv kir ku tunekirina xeyalên zarokan ji bo siberoja hemû cîhanê xeter e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi şer xeyal û siberoja zarokan tê tunekirin. Tunekirina xeyal û siberoja zarokan ji bo hemû cîhanê xeter e. Ji bo siberojek azad, wekhev û demokratîk divê hemû cîhan li jin û zarokan xwedî derkevin û dawî li şer bê kirin."