Farîza İsmaîl: Efrînê dîsa rizgar bibe
- 09:06 29 Adar 2018
- Rojane
Îlham Eloso
GİRÊ SİPÎ - Farîza Îsmail ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar ma ku derbasî Girê Spî bibe anî ziman ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û tevî hemû zext û zordestiyan dê Efrîn dîsa rizgar bibe.
Farîza Îsmail ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar ma ku derbasî Girê Spî bibe bi lêv kir ku berî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk bê dagirkirin cihekî ewle, wekhev û demokratîk bû û got:" Dewleta tirk bi tank û topan êrîşî Efrînê kirin û bû sedema qetilkirina zarokan. Lê ji bo em dîsa vegerin ser axa xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Farîzayê anî ziman ku kevneşopaya Efrînê jî bi êrîşên dewleta tirk hat xwestin ku bê tunekirin û wiha got:"Gelê Kurd di dîrokê de xwedî kevneşopiyên gelek giranbiha ne. Loma xwestin dîrok, çand û kevneşopiyên gelê Kurd tune bikin û li ser axa gelê Kurd pergala xwe ya yekreng ava bikin."
'Efrînê dîsa rizgar bibe'
Farizayê anî ziman ku tevî hemû zext û zordestiyan gelê Efrînê dev ji têkoşîna xwe berneda û heta dawî berxwe dan û wiha berdewam kir:"Gelê Efrînê ji ax û ji nasnameya xwe gelek hez dikin û lê xwedî derdikevin. Heta dawî gel li berxwe da û niha jî berxwe didin. Dê Efrîn dîsa rizgar bibe û destshilatdariya dewleta tirk dê li wir bi dawî bibe."
'Me hêviya xwe winda nekir'
Farîzayê da zanîn ku wan tu caran hêviya xwe wenda nekirin û wan têkoşîna xwe berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Efrîn a gelê Kurd e. Em ne dev ji têkoşîna ji bo Efrînê berdidin ne jî dev ji kevneşopiya xwe berdidin. Em ê heta dawî xwedî li nasname, kevneşopî û li axa xwe derkevin."