Sûr ji bo hilweşînê tê pîvan û xêzkirin
- 09:04 29 Adar 2018
- Rojane
AMED - Ji bo Sûra dîrokî ya Amedê bi biryara ‘Cemawerîkirina lezgîn’ re plana hilweşînê hat amadekirin û niha derbasî asta duyem a planê bûn. Ji bo hilweşînê pîvan û xêzkirin tên kirin. û hat diyarkirin ku wê avakirin li Dibistana Seretayî ya Alîpaşa bê dest pêkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê hat jiyîn, ev du sale hilweşîn didome. Di 21’ê Adara 2016’an de bi biryara Lijneya Wezîran re bi îdiaya di qada bi rîsk de ne li 15 taxan ji bo 6 hezar û 300 parselî ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve biryara ‘Cemawerîkirina lezgîn’ hat dayîn.
Taxa Hasirli, Fatîhpaşa û Savaşê yên Sûrê ku pevçûn li wan hatibûn jiyîn hatin hilweşandin û hilweşîna li Alîpaşa û Lalebey jî diome. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di 1’ê Nîsanê de ji bo referandumê hatibû Amedê got ‘Em ê bi giştî 2 hezar xanîyî çêbikin û bikin xizmeta turîzmê’ û piştî vê tevî îtîrazên welatiyan, tevî berdewamkirina pêvajoya dadgehan hilweşîn û înşatê dest pê kir.
Di sibata 2017’an de di xebata asta yekem de li qadê dest bi avakirinê hat kirin û vê carê niha ji bo asta duyem xebatên xêzkirin û pîvanê hatin destpêkirin. Welatiyên li Sûrê dimînin îdia kirin ku wê xebatan ji dibistana Seretayî ya Alîpaşa bidin destpêkirin û nehat hînbûn ku wê xebat heta ku derê bidome. Di rojên pêş de tê payîn ku wê xebatên kolandinê dest pê bikin û hat îdakirin ku wê li vê qadê 90 xanî bên çêkirin.
Dixwazin bira gel jê bibin
Welatıyên Sûrê diyar kirin ku tê xwestin berxwedana rêveberiyên xweser ji bîra gel bibin û ji ber vê jî navçeyê hildiweşînin û gotin ne tenê ev polîtîkaya bikaranîna tiryak, fuhuş ye û di heman demê de ji rêderketinê jî dimeşînin.