‘Em ne malên xwe û ne jî Cizîrê terk dikin’

  • 09:03 29 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî qedexeyan yek ji polîtîkayên ket jiyanê koçberiya li gel hat ferzkirin bû. Meryema Bellî ya di bin navê ‘qada bi xeter’ de mala wê tê xwestin bê vala kirin got: “Em piştî qedexeyê di bin bombeyan de jiyan. Niyeta kesî tune ku dest ji vir berde.
 
Li Cizîrê piştî qedexeyên derketina derve navçe hat talankirin û hîna jî şopa pevçûnan li Cizîrê serdest e. Piştî pevçûnan dibistan jî veguherîn qerekolan û li navçeyên fuhuş, tiryak û bahîs gihişt asta herî jor. Tevî van pêkanînan gelê Cizîrê bi biryare ku li ser axa xwe bimîne. Tevî bombebaranan 25 rojan ji mala xwe derneketin Meryema Bellî ya li taxa Sûr a pevçûn lê dihat jiyîn, dima, piştî qedexeya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de 25 rojan ji mala xwe derneket.
 
 Meryema diyar kir ku ew di pevçûnan de  tî û birçî mane û tevî vê lı ber xwe dane û got: “Em 25 rojan di hundir de man. Me digot em heta roja dawî dimînin. Lê me dît dirêj bû em neçar man derkevin. Bi rojan mirovan li ber xwe da. Sîvîl li hundir man. Piştî qedexeyê hatin malê û ji mala me tiştek nema. Me xanî nîvco tamîr kir. Em 30 rojî wisa man.”
 
 ‘Me xanî çêkirin dîsa dixwazin hilweşînin’
 
Meryema destnîşan kir ku ji bo xaniyê biryara ‘qada bi xeter’ derxistine û got bi vê biryarê wê destur nedin dewlet carek din xaniyê wan hilweşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî qedexeyan em di bin bombeyan de li vir jiyan. Me dema dest bi xanî kir ku em çêbikin biryara ‘qadeya bi xeter’ hat dayîn. Li taxê gelek malbatan xaniyê xwe tamîr kirin. Yê me jî hema hema li ber qedandinê ye. Li vir tu tişt ne wek berê ye. Berê tiryak nediket taxên me. Lê niha li kolanan ciwan li xaniyên vala tiryakê bi kar tînin.
 
‘Em nahêlin û naçin’ 
 
Meryemayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew naxwazin êdî xwîn biherike û got: “Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin zarok zêde bimrin û bajar hilweşin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em ne mall û ne canê xwe nadin. Ji bo me vir xweş e. Em naçin tu cihekî.”