'AKP hewl dide ku bi derewan li ser piyan bimîne'

  • 15:31 28 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Rojnameyên ETHA û Atilim, derbarê serdegirtina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de daxuyanî dan û gotin: “Ên ku hewl didin nûçegihantiya derew û sexte veguherînin yek dengî, nikarin rojê bigirin. Destdayîna ser Ozgurlukçu Demokrasî, darbeya li dijî mafê gel ê nûçe girtinê ye.”
 
Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û rojnameya Atilimê, derbarê serdegirtina  rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun, binçavkirina rêveber û xebatkarên wan de daxuyanî dan û bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan dan.   
  
Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Bi derewan dixwazin li ser piyan bimînin. Çapemeniya rastiyan dinivîse dikin hedef. Berê bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de jî girtin û xebatkarên wê binçav kirin.  Desthilatdariya siyasî ya rojname girtin, niha jî ji bo pêşî li rajnamegertiya rast bigire, qeyûm tayîn kir. Nikarin rastiyan veşêrin û ji holê rabikin. Nikarin ser rojê bigirin. Desthilatdarî OHAL û KHK kirine amûrê bêdengkirina çapemeniya azad. Divê biryara qeyûmê ya li ser Ozgurlukçu Demokrasî bê rakirin, xebatkarên wê bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.”