Partiya Pêşeroja Sûriyeyê 1'emîn Kongreya xwe pêk anî
- 15:09 28 Adar 2018
- Rojane
Ilham Eloso
REQA - Bi armanca avakirina Sûriyeke azad bi dirûşma"Bi zanebûn û bi rihê ciwanan em ê pêşeroja Sûriyê ava bikin" li Bajarê Reqqayê li salona Tacê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê 1'emîn Kongreya xwe pêk anî.
Li bajarê Reqayê ji bo pêşeroja Sûriyê û weletekî azad û ji bo ku her pêkhate cihê xwe di pertiyekê de bigire li salona Tacê ya Bajarê Reqayê bi tevlibûna 800 endam û mêvanên ji hemû deverên Sûriyê û hemû saziyên Bakurê Sûriyê Partiya pêşeroja Sûriyê Kongreya xwe ya 1'emîn pêk anî.
Kongire bi deqeyek rêzgirina ji bo lehengan hat destpêkirin. Paşê li ser navê mêvanan axaftin hat kirin û partiya nû li endamên Partiya Pêşeroja Sûriyê û gelên Sûriyeyê hat pîrozkirin.
Paşê li ser navê meclisa jinên Sûriyê Lîna Berakat axivî Lîna xêrhatina mêvanan kir û got" Ev partî di pêvajoyeke girîng de hat avakirin û ji ber vê jî rola wê girîng e. Ev partî ji partiyên din cuda ye. Ji ber ku wê di milê siyasî de serketî be. Her wiha wê di vê partiyê de her pêkhate cih biririn û zilim û wê zilm û zoardestiyê nepejirîne. Em bi hîv îne ku hun Sûriyeke nû bi partiya xwe ava bikin."
Piştî axaftinan sîstema hundirîn ji endamên Partiya Pêşeroja Sûriyeyê re hatin aşkerekirin.
Ji bo serokatiya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê bi riya hilbijartinê Birahîm Elqftan hat hilbijartin.
Emdamên partiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman
Di derbarê avakirina partiya pêşeroja Sûriyê endamên partiyê kefxweşiya xwe anîn ziman û wiha gotin: "Bi zanebûn, kar û xebat û bi rihê ciwanan wê Partiya Pêşeroja Sûriyê bi ser kevê"
Jina bi navê Hefrîn xelef ya ku ji bo rêveberiyê hat hilbijartin jî wiha got:" Ji bo ku em partiya xwe bi awayê serkeftî bi ser bixin me di kongireya xwe de hilbijartin çêkir ji bo ku serok û meclis were avakirin. Piştî ku endamên partiyê em hilbijartin ez û Birahîm Elqeftanî hatin hilbijatin em gelekî ji bo partiya xwe kêfxweş bûn û ez bawer im ku em ê partiya xwe bi ser bixin."
'Pêdiviya me bi partiyeke wiha hebû'
Jina bi navê Miha Omo ku welatiya Herêma Cizîrê ye jî wiha kêfxweşiya xwe anî ziman:" Em îro li vir bi hejmareke mezin beşdarî bernameya avakirina Partiya Pêşeroja Sûriyê bûn ji ber ku pêwistiya me ji vê partiyê heye. Li Sûriyeyê partiyeke ku her pêkhateyan di nava xwe de bihewîne tune bû. Ji ber vê jî îro bi awayekî serkeftî kongireya me bi ser ket û li ser hemû herêmên Sûriyeyê niqaş hatin kirin. Ji ber vê jî 1'emîn Kongreya Partiya Pêşeroja Sûriyê li bajarê Reqayê hat li darxis ji bo ku em baweriya û hêviya gelê xwe ya ji me bi cih bînin."
'Em ê bi riya partiya xwe rê li şer bigirin'
Endama Saziya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Nesrîn Mihemed jî wiha got:"Armanca me ji avakirina partiya pêşeroja Sûriyê ew e ku di demên pêş de Sûriyek demokratîk were avakirin û ew şerê ku heft sal bûn di Sûriyê de li ser jin û zarokan tê meşandin were sekindin. Em ê şerê ku berdewam dike b riya partiya xwe bi dawî bikin û em ê bi hemû gelên li Sûriyeyê re di nav aramiyê de bijîn."