Xwendekarên ku piştgirî dan Efrînê di bin çavan de tên girtin

  • 14:26 28 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Xwndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê  ku li rawestegeha Metroyê ya li Sogutluçeşmeyê pankarta li ser "Lokumê komkujiyê nabe. Zanîngeh ji te re namîne" nivîsandî daliqandin hatin binçavkirin. Xevalên xwendekaran ên zanîngehê binçavkirina 11 hevalên xwe yên xwndekar şermezar kirin.
 
Xendekarên Zanîngehê ku di 19'ê Adarê de 11 xwendekarên  "Lokumê Efrînê" belav dikirin şermezar kirin û gotin "Lokumê komkujiyê naqbe" ji aliyê serokê AKK'ê Tayyîp Erdogan ve hedef hatin nîşandan û di encma serdegirtina yurda lê diman û malên li wan diman de hatin binçavkirin. Xwndekarên ku hatin binçavkirin hîn li emniyetê tên girtin. 
 
Xwndekarên Zanîngehê ji bo ku binçavkirina hevalên xwe şermezar bikin, li ser pankarta ku nîşana "X" lê danîn ku wêneyê Erdogan û li ser nivîsa "Lokumê komkujiyê nabe" nivîsandî li rawestegehê daliqandin. Pankarta hat daliqandin bala welatiyên di rê re derbas dibûn jî kişand.
 
Herwiha welatiyên ku di rê re derbas bûn wêneyê pankartê kişandin.