Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnaemya Ozgurlukçu Demokrasî û xebatkarên matbeayê hatin binçavkirin
- 13:46 28 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar û Xwediyê Matbeaya Gun Kasim Zengîn û 6 xebatkarên matbeayê hatin binçavkirin.
Polîsan nîvê şevê bi ser avahiya navenda Rojnameya Ozgkurlukçu Demokrasî ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê û matbaya rojnameyê de girt. Piştî serdegirtinê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî û Îrfan Kara binçav kirin.
Parêrezerên rojanmeyê serê sibê çûn avahiya rojnameyê û ji wan re hat gotin ku TMSF qeyûm tayînî rojnameyê kiriye. Hat dîtin ku polîsan deriyên avahiyê şikandiye. Kesek di hundirê avahiyê de ku nasnameya xwe aşkere nekir got ku ew ê tu agahiyê parve neke. Vî kesî îdia kir ku wek bi awayekî derbasdar wek qeyûm tayînî rojnameyê hatiye kirin û heta rayedarên TMSF’ê werin dê di hundirê avahiya rojnameyê de bisekine. Vî kesî got ku divê di nav rojê de rayedarên TMSF’ê werin rojnameyê.
Balkêş e ku kursî danîne pişt deriyê buroyê yê şikandine û ev kesê xwe wek peywîrdar dibîne di nav derî de bi rojnamegeran re axivî. Piştre polîs carek din çûn buroyê û wêne kişandin û agahî ji wî kesê peywîrdar girtin. Polîs demek şûn ve ji avahiyê derketin.
Li aliyê din ji parêzerên rojnameyê Ozcan Kiliç li rayedarên TMSF’ê geriya û jê re gotin: “Muhatabê şirketan em in.”