'Metirsiya jinan ya fermaneke din heye'
- 12:52 28 Adar 2018
- Rojane
Roj Ûmut
ŞENGAL - Hevseroka desteya rêveber a şengalê Zehra Silêman derbarê êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser xak û civaka êzidî û biryara vekişîna PKK'ê ya ji Şengalê nirxandin kir.
Hevseroka desteya rêvebar a Şengalê Zehra Silêman derbarê gerfên dewleta tirk ên li ser xaka Şengalê nirxandinek girîng kir. Zehra da diyarkirin ku dema êrîş li ser civaka wan de dihate kirin hêzên derve digotin alozî hene lê îro tu alozî di nava vê civakê de nîne êrîş dikin ev jî tê wateya ku ji xwebûn, vîn û hêza civaka ezîdî ditirsin.
Zehra Silêman di nirxandênên xwe de bal kişand ser vekîşîna PKK'ê û metirsiyeke din a fermanê ku bi ser civaka êzîdî de were û wiha berdewam kir "Dibe ku PKK xwe vekişîne di heman demê de hêzên me yên parastin û a civakî hene lê ji bo me metirsîyek çêdibe. Ji bo me jinan disa tirsa ku êrîşkirina li ser jinan, bi destavêtinê û firotinê re heye. PKK'ê ji bo me jiyaneke ewle dabû ava kirin."
Bêdengiya hêzên navneteweyî
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman gefên tirkiyê û di heman demê de bêdengîya hêzên navneteweyî şermezar kir û got "bêguman ev êrîş ne ku îro pêk tên û şênber dibin. Di hemû fermanên li ser civaka êzidî de dewleta tirk cih girtiye. Armanca dewleta tirk her dem tunekirina civaka êzidî bû. Ev armanc di fermana 73'yan de bi awayekî şênber derkete holê. Dibe ku ew kesên ferman pêk anîn ne tirk bûn lê hêza ku herî zêde piştgiriya kesên bihişmendiya qirêj tevdigeriyan dikir dewleta tirk bû. Em van gefên dewleta Tirk tucarî qebûl nakin. Sedema van gef û êrîşan jî tirsa dewleta tirk a ji rêxistiniya gelê êzidî ye. Ji ber ku dizanin em xwe rêxistin biki û hêza xwe ava bikin di heman demê de em ê tola 73 fermanan ji dewleta tirk bigirin. Edî em bi vê biryarê tevdigerin."
'Tenê PKK xwedî li me derket'
Zehrayê bal kişand 5'ê Tebaxa 2014'an ku PKK'ê biryara ketina xaka Şengalê û parastina civaka êzîdî ji hêzên li dijî mirovahîyê ji DAÎŞ'ê û ev tişt got : "Ên xwedî li me derketin dema ku hemû cîhan bêdeng bû şervanên PKK'ê bûn. Wan şervanan ji bo rizgarkirina gelê Şengalê û xaka wê xwîna xwe rijand. HPG bi hêzeke fedaî hebuna civaka ezîdî avakir. Çewa ku PKK wê demê xwedî li me derket û li gorî pêwîstî û berjewendîya gelê êzidî tevgerîya îro jî heman tiştî dike."
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Zehrayê di berdewamiya axaftinên xwe de derbarê biryara dawî ya vekişîna PKK'ê de jî wiha got "Bila tu kes PKK'ê ji xwe re neke hincet û bêje em ê êrîş bikin. Biryara vekişandina PKK'ê bi heman armancê pêk tê. Hatina hêzên Iraqê ji bo me nayê wê watê ku em dest ji rêxistinbûyin û hêza xwe berdin. Bi her awayî em ê xwe radestî tû hêzan nekin. Îradeya ku bi xwûna şehîdan hatîye avakrine, em ê bi her awayî ji bo hebûna xwe têkoşînê bikin. Bila hemû hêz baş bizanibin ku parastina, îradeya civaka êzidî îro hêzên asayiş û YBŞ- YJŞ'ye. Bila tu kes nakeve nava planên qirêj. "