Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt: Qeyûm tayînî rojnameyê hat kirin

  • 10:39 28 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Polîsan bi ser Avahiya Navenda Rojnameya Ozgurlukçû Demokrasiyê û çapxaneya rojnameyê de girt.  Piştî lêgerîna polîsan li avahiya rojnameyê ku peywirdarê TMSF'ê lê dima parêzeran diyar kir ku qeyûm hem tayînî rojnaeyê hem jî tayînî çapxaneyê hatiye kirin.
 
Polîsan bi ser  Avahiya Navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku li Beyogluya Stenbolê ye û çapxaneya wê de girtin. Di serdegirtina ku bişev saet di 00.30'an de ji aliyê Tîmên Tevgera Taybet ve hat kirin de  li rojname û çapxaneyê lêgerîn hat kirin. Parêzerên rojnameyê ku serê sibehê çûn rojnameyê bi peywirdarê TMSF'ê re rûbirû hatin.
 
Qeyûm tayînî rojname û çapxaneyê hat kirin
 
Peywirdarê TMSF'ê ji parêzeran re got ku qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun hatiye kirin.  Peywirdarê TMSF'ê  derbarê tayînkirina qeyûm de tu agahî neda û got ku hûn dikarin ji TMSF'ê agahiyê bigirin.
 
Herwiha hat aşkerakirin ku hem xebatkarên Rojnameyê û hem jî yên çapxaneyê  Kemal Kurt, Erdogan Zamur, Musa Kaya û Cemal Tunç hatin binçavkirin.