Jinên bi biharê re bi axê re hatin cem hev
- 09:42 28 Adar 2018
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Bi hatina biharê re jin jî wekî xwezayê zindîtir dibin. Remziye Can ya derketiye berhevkirina tolikê, têkiliya xwe ya bi axê re vedibêje.
Li Kurdistanê bi hatina biharê re çiya, rez, baxçe û gund, ax ji nû ve zindî bû. Jinên ji bo baxçeyên xwe dest bi amadekariyan kirine di van rojan de nebatên bi şifa kom dikin. Remziye Can jî li pişt Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tolikê berhev dike.
‘Derman kêrî tiştekî nake’
Remziye ya sibehê zû ji navendê tê gund cudahiya di navbera gund û bajar de vedibêje. Remziyeyê diyar kir ku berê dema li gund diman nexweşî tunebûye û anî ziman ku wan di demên berê de bi nebatan xwe derman dikirin û got: “Em nediçûn doktoran. Dermanên doktoran didan jî ji tiştekî re fêdeya wê tunebû. Me ji nebatên kom dikir derman çêdikir.”
Remziyeyê destnîşan kir ku berî bi salan ji gund hatine bajar û got: “Ez îro hatim gund wek nû hatime dinê. Bîhna kulîlkan û axê gelek xweşe. Em li bajêr di nava çar dîwaran de ne.”
Berketa axê…
Remziye ya tolikê kom dike wiha dibêje: “Em bi kêrê kom dikin. Em piştre li malê hur dikin û dişon û dipijirînin. Piştre em di rûn de sor dikin û dixwin. Gelek xweş e. Ji bo gelek nexweşiyan jî başe. Ji pişikê re gelek başe. Ji bo kuxik, bronşîtê û deng gelek başe.”