Roja vegera li Efrînê dipên:Emê ji talankeran re nehêlin
- 09:05 28 Adar 2018
- Rojane
Sozda Oremar
EFRÎN - Jinên ji Efrînê ji ber bombebarananê çûn Şehbayê diyar kirin ku wan her dareke zeytûnê bi destê xwe çandine û ew ê ji talankeran re nehêlin.
Li gel dagirkirina Efrînê, gel bajar terk nekir û sedema vê helwestê jî baweriya gel a bi şervanênYPG û YPJ’ê ye. Jinên ku bi daxwaza wan ji Efrînê derketin, niha li Şehbayê li benda vegerê ne.
Jina bi navê Zeynep Davut yek ji van jinan e ku li Bîrecîkê tê dinê û hîna sê rojê bûye malbatê wê koç dike ye. Malbata Zeynebê piştî ku bajar bi bajar digere herî dawî tê li Efrînê bi cîh dibe. Zeynep diyar kir ku çavsoran ew ji bajarên wan derxistine.
‘Emê ji bin vê jî derkevin’
Zeynebê di berdewamiyê de diyar kir ku ew ji bo vegerin Efrînê dijîn û wiha got: “Ya ku em kirin em axa me ye. Em ji bo axa xwe jiyan. Çavsoran zarokên me jinên me qetil kirin. Axa me talan kirin. sewalên me dizîn. Mala me şewitandin. Ez dibêjim ku bila ew vê ji bîr nekin. Em ê ji heqê çavsoriya we derkevin.”
Jina bi navê Eyşe Suleyman jî roja vegera li Efrînê dipê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em xwediyên Efrînê ne. Bi hemû teknîkan êrîşî me kirin. Em du mehan têkoşiyan. Bi balafiran bajar bombebaran kirin. Ji bo tiştek bi zarokan neyê em koçber bûn. Efrîn a Kurdan e, ya me ye. Her dareke zeytûnê me bi destê xwe çand. Em ê ji talankeran re nehêlin.”