'Li hemberî qedexeyê pêdivî bi hunera rêxistinkirî heye'

  • 09:03 28 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde qedexe û êrîşên li dijî hunerê jî zêde bûn. Ji mala dengbêjan hetanî navendên çand û huneran gelek saziyên çanda kurd hatin girtin. Jinên dengbêj ku bertek nîşanî van pêkanînan dan diyar kirin ku li dijî OHAL û qedexeyan pêdivî bi hunera rêxistinkirî heye.
 
Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin şûnde neyîniyên wê yên li ser her qadên civakî berdewam dikin. Ji OHAL'ê  bêgûman hûnerê jî para xwe girt. Gelek navendên çand û hûnerê hatin girtin û di nav de malên dengbêjan jî heyî gelk saziyên ku xizmeta hunerê dikirin hatin  mohrikirin.  Bi qedexeya ku roj bi roj belav diber re herî dawî li navçeya Akhîsarê  lîstîka zarokan a  bi navê 'Çevreci Afacanlar' û lîstîka lîstîkvan  Bariş Atay a bi navê 'Diktator' hat qedexekirin. Dengbêjên Serhêdê der barê bandora OHAL'ê ya li ser ser hûnera kurd nirxandin kirin û gotin ku ew ê her deran bikin qadên çandê û ew ê destûrê nedin çanda kurd bi qedexeyan wenda bibe.
 
'Bi polîtîkayên diziyê çanda xwe dewlemend dikin'
 
Dengbêj Perînaz Yildirim  anî ziman ku li Kurdîstanê OHAL her tim hebû û got ku divê qadên civakî ji OHAL'ê bi bandor nebin û wiha axivi;"Li Tirkiyeyê du sal in OHAL berdewam dike. Bêgûman her qadeke civakî ji OHAL'ê bi bandor dibe. Armanc bi OHAL'ê fetisandina jiyanê ye. Ji OHAL'ê herî zêde çand û xebatên çandê bi bandor bûn. Herî zêde jî êrîşî çanda kurd hat kirin. Di sala 2016'an de Mala me ya Dengbêjan girtin. Dengbêjî ne polîtika ye. Girtina navendên çand û hûnera kurd tê wateye tasfiyekirina çanda kurd. Dengbêjî û çanda kurd bi hezar salan hebûna xwe heta roja me aniye. Hemû klamên me wergerî tirkî kirin û ji civakê re mîna klamên xwe nîşandan. Bi polîtikaya dizin û qedexeyan çanda xwe dewlemend dikin û çanda kurd jî wenda dikirin. Me hetanî niha 13 sazî vekirin wan girtin. Gava ku qeyyûm tayinî şaredariyê hat kirin hemû alavên me desteser kirin û saziya me girtin. Bi hezaran OHAL bên îlankirin jî em dev ji çanda xwe bernadin. Tu hêz nikare hûnerê bi qedexeyan biqedîne. Heya dawiyê em xebatên xwe yên li ser hunerê berdewam bikin."
 
'Pêdivî bi hûnera rexistininkirî heye'
 
Dengbêj Meryem Tuncer jî bi lêv kir ku bi salane gelê kurd di bin siya OHAL'ê de hûnerê pêşve dibe û wiha got:"Li hemberî OHAL'ê bi salane qadên civakî tên avakirin. Li hemberî hilweşandinê û qedexeyan alternatîf tên avakirin û êdî em nema ditirsin. Ji bo pêşketina hûnerê pêwîst e ku saziyên huner li wan bê pêvexistin hebin. Mirov dikare li her qadekê hûnerê bi hêztir û xurtir bike. Bêgûman li hemberî qedexeyan pêdivî bi hûnera rexistinkirî heye. OHAL'ê herî zêde bandor li ser jinan kir. Armanca OHAL'ê  hûnera ku bi pêşengiya jinên kurd hatiye avakirin ji holê rakirin e. Bi girtina saziyan nikarin pêşketina hûnerê bidin sekinandin. Ger ku ez sitranan nebêjim mikarim bijîm.  Bi van polîtikatiyan xwestin dengê me hûnera me qut bikin. Li hemberî girtinan me alternatîfên xwe zêde kirin û me li taxan şevbûherk li dar xistin. Qedexe û OHAL nikare hêza hunera kurd têk bibe. Heta niha gelek  lîstik qedexe kirin. Qadên civakî û hûnerî  teng dikin. Qedexe ne çareserî ye. Ger ku hûner bê fetisandin wateya gelan namîne. Em li ku derê bibîn em ê klamên xwe bibêjîn û destûr nedîn qedexeya li ser hûnera xwe."
 
'Em ji êrîşan natirsin'
 
Dengbêj Sîsê Şeybak ji da zanîn ku cihê  hûner  lê tê qedexekirin jiyana li wir dimire û wiha pê de çû;"Li ser erdnigariya me qedexe û dorbêç berdewam dikin. Niha herî zêde êrîşî hûnera kurd dikin. Tehamûlî tu tiştên kurdan nakin. Wateya zêdekirina qedexeyan ev e.  Em jinên dengbêj bi her awayî zehmetiyê dikşînin. Hem êrîşên malbatan  û hem jî êrîşên li ser hûnerê car caran me teng dikin. Lê dîsa jî em dev ji çanda xwe bernadîn. Têkoşîna me bi her awayî berdewam dike. Hûnera me li her deran e. Heya dawiya temenê xwe ez ê xwe ji hûnera kurd re berpirsyar bibînim. Êrîşên li ser hûnerê nikarin me bitirsînin û çanda me têk bibin."