Mamosteyên zimanê Kurdî: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
- 09:01 28 Adar 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Mamosteyên Peymangeha Zimanê Kurdî ya Bajarokê Zirganê dan zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û gotin divê demildest ev tecrîda giran bi dawî bibe.
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Tevî ku CPT'ê rapora xwe du sal şûnde eşkere kir û got ku divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk were hîn tecrîda giran ranebûye. Mamosteyên Peymangeha Zimanê Kurdî ya Bajarokê Zirganê yên Serêkaniyê anîn ziman ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û gotin:"Ji bo aştî û demokrastiyek mayinde divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe."
'Dixwazin felsefeya Abdullah Ocalan ji gelê Kurd dûr bixin'
Mamoste Nîroz Mihemed diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi vê tecrîda giran gelê Kurd ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan dûr bixe û got:"Fikir û felsefeya Rêber Apo divê di nav civakê de belav bibe û tecrîda giran bi dawî bibe. Çimkî fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî faşîzmê eniya demokrasiyê dide avakirin."
'Divê dawî li vê sûcê mirovatiyê bînin'
Her wiha Mamoste Elistan Memo tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got:"Em wekî mamosteyên zimanê Kurdî vê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi zimanekî tund şermezar dikin. Em hemû şagirtên Rêber Apo ne, heta ku em karibin em ê di nav gel de felsefeya wî belav bikin. Çimkî felsefeya Rêbertî azadî û wekheviya gelan diparêze. Em ji ber rewşa Rêbertî bi fikar in. Loma divê sazî û dezgeyên navneteweyî erka xwe bi cih bînin û dawî li vê sûcê mirovatiyê bînin."