Hat hînbûn ku jina 22 roj in wendayî bû hatiye qetilkirin

  • 15:32 27 Adar 2018
  • Rojane
DÎLOK - Derket holê ku Gul Gulîzar Ayalp (28) a 22 rojin winda ye, derket holê ku hevjînê wê Kemal Ayalp ew kuştiye. 
 
Li taxa Nar a navçeya Pazarcik a Mereşê, malbata Gul Gulîzar Ayalp (28) a 22 roj in agahî jê nayê girtin, serî  li cendirmeya navçeyê dan. Li ser serlêdana malbatê hevjînê Ayalp Kemal Ayalp û hevalê wî Guler O. hatin binçavkirin û dûre serbest hatin berdan. 
 
Îro di saetên serê sibehê de bi ser goristana taxa Bagbaşi ya navçeya Şehîtkanmil a Dîlokê di nava deviyan de cesedekê jinekê hat dîtin. Cendirmeyan ji bo otopsiyê cesede jina hat dîtin şandin Saziya  Tip Edlî.  Li Saziya Tipa Edlî derket holê ku li ser gustilka tiliya jinê Kemal nivîsandiye. Li ser vê yekê xwişka Gul Gulîzar Ayalp Ayşegul Efîltî cenazeyê xwişka xwe teşhîs kir.
 
Piştî cenazeyê Ayalp hat dîtin, cardin hevalê Kemal Ayalp Guler O. hat binçavkirin. Guler O. cînayet îtîraf kir û got wê rojê Kemal û hevjînê xwe Gul Gulîzar Ayalp bi wesayîtî digeriyan. Kemal nêzî goristana Taxa Bagbaşi bi tifingê hevjînê xwe kuşt û cenazeyê wê jî di nava deviyên nêzî goristanê de veşart.  
 
Derket holê ku Ayalp lêgerîna wî heyî, piştî bûyerê wesayîta xwe firotiye. Cendirmeyên xwe gihandin xwediyê wesayîtê, di wesayîtê de şopên xwînê û parçeyên guleya tifingê dîtin.