Qeyûm navê Navenda Jinan a Rojînê guhert
- 12:56 27 Adar 2018
- Rojane
WAN - Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariya Bajarê mezin a Wanê kirin şûnde pêkûtiyên ku hatin destpêkirin berdewam dikin. Navenda jinan a Rojînê ku di demên şaredariya DBP'ê de hatibû vekirin jî di çarçoveya van pêkutiyan de ji aliyê qeyyûm ve navê wê hat guhertin.
Pêkûtiyên Qeyyûmên ku tayinî şaredariyên DBP'ê hatin kirin bênavber didomin. Li Wanê navenda jinan a Rojînê ku di sala 2014'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji bo ku ked û aboriya jinan bê avakirin hatibû vekirin, ji aliyê qeyyûm ve bi navê 'Navenda jin û malbatê' hate guhertin. Her wiha ji her ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin şûnde heta niha gelek jinên xebatkar yan ji kar hatine derxistin yan jî hatine îxrackirin.
Navenda Rojînê di dema şaredariya DBP de ji bo ku ji jinên bajêr re qadên altenatîf bên avakirin hatibû vekirin.