Ji KJAR'ê ji bo Efrînê çalakiya piştevaniyê
- 11:58 27 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê bi armanca piştevaniya bi gelê Efrînê re li Stockholmê çalakî li dar xist.
Tevgera Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi armanca piştgiriyê bide gelê Efrînê li payitextê Swêdê Stockholmê bi Komîteyên Rojava re çalakî li dar xist. Çalakiya ku li maleke jiyana kolektîf hat lidarxistin, bi serwîskirina xwarinên ku ji aliyê jinên Rojhilatê Kurdistanê ve hatibûn amadekirin hat destpêkirin.
Piştî xwarinê Endamên Komîteyên Rojava Scapa Stromdahl û Lîlly Abrahmasson ku gelek caran çûbûn Roava û xebat meşandibûn bi wêneyan derbarê rêvebirina kantonan û Gundê Jinwarê yê Jinan de agahî dan.
Ji KJAR'ê Vîjan Alîpour jî derbarê konfederalîzma ku bingeha pargala Rojava ye û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de agahî bi mêvanan re parve kirin. Herwiha Vîjan bal kişand ser êrîşên li Efrînê jî û piştevaniya welatên eworpayê ku dan Tirkiye û ne şermezarkirina hikûmeta Swêdê ya êrîşên li ser Efrînê rexne kir.
Lîlly Abrahamsson jî di serî de Ingîlistan û Almanya welatên Ewropayê ku çekan difiroşin Tirkiyeyê rexnekir û got ku ev çek li dijî hêzên kurd tên bikaranîn. Lîlly anî ziman ku ev helwesta welatên Eworpayê tê wateya ku piştgiriyê didin êîrşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û got ku divê ev firotina çekan ji bo tirkiyeyê bê bidwîkirin.
Scapa Stromdahl jî diyar kir ku Tayîp Erdogan dibêje ku ewê piştî Efîrnê êrîşê kantonên din jî bikin û divê ku cîhana derve ji bo ku Erdogan rawestînê bi awayekî cidî bikeve dewrê.