Jinên Efrînê: Em ê vegerin ser axa xwe

  • 11:39 27 Adar 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar man axa xwe terk bikin gotin:"Me dev ji têkoşîna xwe bernedaye, em berxwe didin û em ê dîsa vegerin ser axa xwe."
 
Di encama êrîşên dewleta tirk de gelê Efrînê neçar man ku derbasî herêmên ewle bibin. Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk derbasî cihên ewle bûn anîn ziman ku têkoşîna wan bi dawî nebûye û ew ê heta dawî hîn zêde berxwe bidin.
 
'Pêş çavên me zarok dihatin qetilkirin' 
 
Midya Mihemed diyar  kir ku li ber çavên wan zarok dihatin qetilkirin û wiha got:"Dewleta tirk bi êrîşên mezin dihatin ser gelê Efrînê zarok û jin qetil dikirin herî dawî ji bo ewlehiyê em derbasî cihên ewle bûn. Lê bila hemû kes baş bizanibe ku ev yek ji wan re namîne dê heta dawî li ser axa Efrînê nemînin em ê bi têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe."
 
'Divê hemû cîhan alîkariya gelê Efrînê bikin'
 
Emîne Ehmed jî soza bilindkirina têkoşînê da û got:"Me qet nedixwest em dev ji axa xwe berdin. Lê li pêş çavên hemû cîhanê her roj  Kurd dihatin qetilkirin û cîhan li dijî vê yekê bêdeng ma. Divê hemû cîhan vê dagirkeriyê bibînê û nehêle ku zarok bên qetilkirin û alîkariya gelê Efrînê yên ku neçar man koçber bibin, bikin."