Jinên Kurd hem li keda xwe hem li zimanê xwe xwedî derdikevin

  • 09:29 27 Adar 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên ji Kurdistanê koçî Metropolan kirine, tevî nîjadperestî û asîmîlasyonê dest ji zimanê xwe bernadin. Çîroka du jinên koçî Îzmîrê kirine jî mînaka vê ye.
 
Yek ji parçeyên polîtîkaya asîmîlasyonê ya bi sedsalane li Kurdan hatiye ferzkirin koçberkirine. Bi dehezaran Kurdên ku gundê wan hat şewitandin û çavkaniya wan a debarê nema, dema zext zêde bûn neçar man koçî Metropolan bikin. Gelê ku di bin şert û mercên bê ewle de hatin xebitandin, tiştekî wan yê ku heta parastine heye ku ev jî zimanê wan e. Bi taybet jî jinan dest ji zimanê xwe bernedan û li aliyê din jî ew neçarî fêrkirina zimanê Tirkî hatin kirin. Jinên temenê wan li van deran derbas bûye çiqas zehmetiyan bikşînin jî neçarin vê derê wek mala xwe ya duyem qebûl bikin.
 
Fatma Yetkîn a koçî Selçuk a Îzmîrê kiriye piştî darbeya 80’ê şûnde ap û xalê wê li girtîgeha Amedê dîl tên girtin û piştre koçî Egeyê dikin. Fatma wek karkera demsalî dixebite û di wan salan de rûyê asîmîlasyon û cudakirinê jî dibîne. Fatmayê bi lêv kir ku dema diçûn hevdîtina apê xwe li ser serê her kesî cendermeyek disekinî û axaftina Kurdî jî qedexe bûye û got: “Ez 9 salî bûm. Min pirsgirêka nasnameyê nizanibû. Min Tirkî jî nizanibû. Apê min yek leşker bû û yê din jî 15 salî dema şivantî dikir hatin girtin. Ji ber Tirkî nizanibûn îşkenceyên giran dîtin.”
 
Neçarî Tirkî dihat axaftin
 
Fatma a di navberê de 28 sal derbas bûye niha Tirkî baş diaxive û  bi salan li Bayindir, Manîsa, Odemîşê li ser erdên şeftalî, xiyar û pembo dixebite. Fatmayê diyar kir ku karkerên Tirk ji zimanê wan nerehet bûne û got: “Em li wir bi Kurdan re dijiyan. Ji ber nediçûm dibistanê min tirkî jî nizanibû. Mirov zimanê xwe rehetir diaxivin. Lê Tirkan digotin ‘hûn dijûnan’ dikin.  Di nav salan de ev tirkî hîn bûm. Ji neçarî di nava xebatê de tirkî dihat axaftin.
 
Çîroka koçberiyê ya 60 salî
 
Yek jinên koçî Selçukê kiriye û wek karkera çandiniyê dixebite Hatîce Erol yanî Xecê ye. Xecê di 14 saliya xwe de dizewice û ji Erzînganê tê Selçûkê. Niha Kirmanckî û Tirkî diaxive. Xecê diyar kir ku dema nû hatine li vir tenê 3-4 mal hebûne û got: “Piştre vir tije bû. Ev 65 sal in em li virin. Em salek û nîvê li Somayê man. 5 zarokên min çêbûn. Ewil em hatin Turan piştre em çûn Sokeyê. Em di her karê çandiniyê de xebitîn. Me tu pirsgirêk nejiya heta nîjadperest nehatibûn. Bi salan em bi Yorukan re, bi malbatên koçberên Balkan re jiyan. Lê bi darbeya 80’ê re nîjaderestî zêde bûn. Dema em nû hatin Yorukan ji me hez dikirin. Jinan sebze û fêkî dişandin. Lê nîjaperestên ji Behrareş hatin nebaş tevgeriyan. Lê jiyana me li vir derbas bû. Ev 60 sal in em li virin. Ez bimirim jî ez ê li vê malê bimirim. Cihekî min yê din tuneye.”