Ji Enfalê heta Efrînê çîroka fedakariyê

  • 09:03 27 Adar 2018
  • Rojane
Sozda Oremar-Lîlav Elî
 
EFRÎN - Tevî hemû kêmderfet û zehmetiyan xebatkarên Nexweşxaneya Avrînê li Şehbayê jî xizmeta gel a tenduristiyê dikin. Bijîşka ku ji komkujiya Enfalê rizgar bû û piştî têkoşînek mezin hewl da û bû bijîşk berê li Nexweşxaneya Avrînê niha jî li Şehbayê birînên sîvîlan  derman dike. 
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedana serdemê ya Efrînê bi rengekî cuda didome. Piştî ku sîvîlên Efrînê derbasî cihên ewle bûn ji bo pêdiviyên wan ên jiyanî li Rojavayê Kurdistanê tevgerek hat destpêkirin. Di nava vê tevgerê de xebatkarên ku berê li Newxeşxaneya Avrînê tevî hemû zext û zordestiyan ji dil û can peywira xwe bi cih dîanîn jî hene. Bijîşka bi navê Dilgeş Kerkûkî ku ji komkujiya Enfalê rizgar bû û piştî têkoşînek mezin hewl da û bû bijîşk berê li Nexweşxaneya Avrînê niha jî li Şehbayê birînên sîvîlan  derman dike û di nava vê tevgerê de cihê xwe digire. Dilgeşa ku ji bo piştigiriya gelê Efrînê ji Almanyayê hat Rojavayê Kurdistanê, xwedîderketina berxwedana serdemê ya Efrînê wekî peywirek wicdanî dibîne û dibêjê ku divê hemû kes piştgiriyê bide berxwedana serdemê. 
 
'Xizmeta ji bo gelê Efrînê erkek pîroz e'
 
Dilgeşê bi lêv kir ku di mijara xwedîderketina li Efrînê de erkek mezin dikeve ser milên her mirovî û wiha got:"Ez li Almayayê bûm. Lê min ji bo xizmeta tenduristiya gel berê xwe da Efrînê. Xizmeta ji bo gelê Efrînê, ji bo min erkek pîroz e. Di serdema ku li Nexweşxaneya Efrînê min birîndar derman dikir ez bûm şahidê dijwariya şer. Lê tiştên ku herî zêde ez di bin bandorê de mam tevî hemû êrîş û zordestiyan manevîyat û vîna xurt a gelê Efrînê bû."  
 
'Divê cîhan bêdeng nemîne û pêşiya Enfalên nû bigire'
 
Dilgeşê anî ziman ku di serdema komkujiya Enfalê ya ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sedam Huseyin ve pêk hat bi hezaran gelê Kurd hatin qetilkirin û wiha got:"Di dîroka Kurdan de her dem Kurd bi komkujiyên mezin rû bi rû mane. Cîhanê jî ev yek tenê temaşe kiriye. Di komkujiya Enfalê de jî hemû cîhanê tenê temaşe kir. Îro artêşa NATOY'ê axa Efrînê dagir kiriye û bû sedem ku bi sedan sîvîl jiyana xwe ji dest bidin. Divê cîhan bêdeng nemîne û pêşiya Enfalê nû bigire. Divê hemû cîhan ji bo alîkariya tenduristî ya gelê Efrînê bi wicdanê xwe tev bigerin û peywira xwe ya  xizmeta ji bo erkên mirovatiyê binîn cih."
 
'Tevî hemû zordestiyan em ê têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta gel bidomînin'
 
Dilgeşê bal kişand ser peyama gelê Efrînê ya berxwedanê û wiha dewam kir:"Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bedena zarokan li pêş çavên malbatên wan parçe parçe dibû. Lê tevî vê êş û zehmetiyê gelê Efrînê peyama berxwedanê didan. Em ê jî ligel têkoşîna gelê Efrînê tevî hemû zordestiyan em ê têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta gel bidomînin."
 
'Em ê dîsa vegerin ser axa xwe'
 
Dilgeşê anî ziman ku berxwedana serdemê ya Efrînê dê bi ser bikeve û ew ê vegerin ser axa xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Efrîn ax û welatê gelê Kurd e em ê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin û dîsa vegerin warê xwe. Li dijî faşîzmê û yekperestiyê divê hemû cîhan tifaqa demokrasiyê ava bike. Ji bo tifaqa demokrasiyê bi ser bikeve jî divê êrîşên ku li ser gelê Efrînê tê kirin bên dîtin û cîhan bêdeng nemîne."