Jinên Efrînî: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin
- 09:01 27 Adar 2018
- Rojane
Sozda Oremar
EFRÎN - Jinên Efrînî ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê têkoşîna parastina nasnameya xwe didomînin, anîn ziman ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û ew ê bi têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe ya Efrînê."
Jinên Efrînî ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, derbasî Kantona Şehbayê bûn anîn ziman ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û ew ê bi têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe ya Efrînê."
Nesrîn Huro ya ku xwediyê 4 zarokan e û ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, ji navçeya Bilbilê derbasî Şehbayê bû bi lêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew li ser piyên xwe disekinin û têkoşîna xwe didomînin.
Nesrîna ku ji bo zarokê xwe biparêze derbasî Şehbayê bû wiha got:"Dema ku em li Bilbilê bûn di encama êrîşên dewleta tirk de gelek sîvîlan li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Di nava sîvîlên ku jiyana xwe ji dest dan zarok jî hebûn. Malbatên li Bilbilê hem ji canê xwe hem jî ji mal û axa xwe dibûn. Xaniyên ku ji aliyê malbatan ve bi salan û bi kedek mezin hatibûn çêkirin ji aliyê dewleta tirk ve hat hilweşandin. Lê tevî van hemû zordestiyan gelê Efrînê dîsa jî li ber xwe didin."
Nesrînê wiha dewam kir:"Di bin dengê top û baranan de di bin baran û pûka zivistanê de min zarokên xwe girt û ez derbasî Şehbayê bûm. Di serdema ku em ji Efrînê derdiketin dewleta tirk bi bombeyan êrîşî sîvîlan kir û gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Zarok li pêş çavên dayik û bavên xwe dihatin kuştin. Lê dîsa jî gel dev ji têkoşîna xwe berneda."
Nesrînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Daxwaza me ew e ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî dagirkirina Efrînê bi dawî bibe û hemû kes erka xwe ya ji bo parastina mafên mirovan bi cih bîne."
'Efrîn cihê berxwedanê ye'
Ehlam Hesena 21 salî anî ziman ku dewleta tirk her roj bi balafiran êrîşî Efrînê dikir û anî ziman ku ew bûne şahidê her cureyên hovîtiyê û got:"Efrîn cihê berxwedanê ye. Gelê Efrînê ji tu tiştî natirsin. Gelê Efrînê evîndarê azadiya xwe ye. Axa Efrînê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin."
'Ka mafê mirovan û demokrasî?'
Necah Ebdula jî anî ziman ku bi êrîşan ew nagihêjin armanca xwe û wiha got:"Zarokên me qetil kirin. Çeteyên hov bera ser axa me dan û Efrîn talan kirin, li Efrînê dizî kirin. Dema ku li vê cîhanê mijar dibe Kurd edalet namîne. Li pêş çavên hemû cîhanê bi rojan hemû gelê Efînê hatin qetilkirin, bi komkujiyê re rû bi rû man. Hemû kes ker, lal û kor bûye. Cîhan kor û lal bûye. Ka mafê mirovan û demokrasî? Êdî baweriya me ya ji bo van hevokana nema. Erdogan nikare vîna me bişikîne."
'Erdogan hevalên me qetil kir'
Her wiha zarokên ji Efrînê û 8-9 salî jî wiha gotin:" Erdogan dibistana me şewitand û hevalên me qetil kirin. Em tenê tiştekî ji xwedê dixwazin ku tiştên ew bi serê me tînin, bi serê wî de jî bê."