Çalakiyên ji bo Efrînê li tevahiya cîhanê belav dibin
- 17:45 26 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - Di çalakiya ji bo Efrînê de kuştina zarokan hat bibîrxistin û di çalakiyên Newrozê yên li Munîh û Draguîgnanê de jî êrîşên li ser Efrînê hatin şermzarkirin.
Êrîşên dewledta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê li gelek deverên cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tên şermezarkirin. Li bajarê Los Angles ê DYA'yê kurdên ku ev hefteyek e di çalakiyê de ne peyamên piştevaniya Efrînê dan.
Komeleya Ciwanên Kurd jî li kolana herî bi tevger a San Dîego çalakiya bi lape ya protestoyî li dar xistin Di çalakiya ku alên YPG/YPJ'ê hatin vekirin de li kolana Los Angeles a herî zêde ku tevger lê zêde ye wê çalakî berdewam bikin.
Dîsa di çarçoveya van çalakiyan de li ber sefaretxanye Tirkiyeyê ya li Los Angeles çalakiya ku berdewam dike DYA'yiyan jî piştigrî dayê û çalakvanan dirûşmên "Katîl Erdogan zarokên krudan dikuje" berz kirin û afîşên bi heman dirûşmê daliqandin.
Li Almanyayê pîrozbahiya Newrozê
Dîe Lînke jî li paytextî Bavyera Munîha Almanyayê şeveke pîrozbahiya Neworzê li dar xist. Gelek dostên gelê kurd tevli çalakiyê bûn û êrîşên delwta tirk ên li dijî Efrînê hatin şermezarkirin. Di axaftinên ku hatin kirin de êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrîn hatin şermezarkirin.
Li Firansayê jî berxwedana Efrînê hat silavkirin
Li bajarê Draguîgnan ê Fransa yê di pêşengiya Meclisa Demokratîk a Gel de çalakiya Newrozê hat lidarxistin û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle yê ku tevli şevê bû axivî. Çalakî bi dûşim û govendê bi dawî bû.