Lutfiye ya ku hevjînê wê di jêrzemînan de qetil kirin girtin

  • 17:06 26 Adar 2018
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX – Lutfiye Duymak a li Cizîrê di serdegirtinên malan a 20’ê Adarê de hat binçavkirin, bi hinceta şahid der barê wê de îfade daye hat girtin. Hevjînê Lutfiye Duymak Mahmut Duymak, li Cizîrê piştî 79 roj qedexeya derketina derve di jêrzemînê de hatibû şewitandin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Şirnexê de polîsan di 20’ê Adarê de li Cizîrê Lutfiye Duymak binçav kirin. Duymak piştî lêpirsîna wê ya li Midûryeta Polîsan sewqî edliya navçeyê kirin.  Lutfiye bi pergala SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Şirmexê. 
 
Dozger piştî îfadeya Lutfiye girt, bi hinceta îfadeyên şahid ên derbarê wê de hene, pirtûka li mala wê hatî dîtin û di dema qedeyên derve de roportaj daye, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.  Dadgehê jî bi heman sûcdarî û hincetan biryara girtinê derbarê Lutfiyeyê de da.
 
Lutfiye şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.   Hevjînê Lutfiye Mahmut Duymak li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de, piştî qedexeya 79 rojan di bodroma malekê de bi gelek kesan re hatibû şewitandin û jiyana xwe ji dest dabû.