KPC-JIN'ê li Til Temirê civîn li dar xist

  • 16:03 26 Adar 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Rêveberiya KPC-JIN'ê bi armanca  çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê li Til Temirê civîn li dar xist. 
 
Rêveberiya Komîteya Perwedehiya Civaka Demokratîk a Jinê (KPC-JIN)  bi armanca  çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê li Til Temirê civîn li dar xist. Endamên KPC-JIN'ê Medya Ebd Selam û Zehra Mihemed li civînê amade bûn. Civîn ji du beşan pêk hat. Beşek ji Malbatên Şehîdan a din ji Mamosteyên Ereb pêk dihat. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 
 
Endama Rêveberiya KPC-JIN Medya Ebd Selam derbarê civînê de axivî û wiha got:"Mamosteyên ku pêşengtiya civakê dikin, zarok û nifşên nû li ser esasa çand û exlaqê wan perwerde dikin in. Loma cihê mamosteyan di civakê de gelek girîng e. Çimkî ji aliyekî din ve jî rê li  çareserkirina pirsgirêkên civakê vedikin. Ji bo ronahiya siberoja zarokan û avakirina kesayete azad hewldana mamosteyan bi wate ye. Loma me pêdivî bi civînek wiha dît ku em pirsgirêkên perwerdeyê çareser bikin û ji civakê re bibe çavkaniyek girîng."
 
Mamoste Zehra di civînê de ev anî ziman:"Yên ku civakê bi rê ve dibin jin in. Dema ku em bixwazin malbatek zana û azad ava bikin, divê em di destpêkê de zanebûna jinê esas bigirin. Loma divê jin di warê pêşketin û çareserkirina pirsgirêkên perwedeyê de her dem di nav hewldanek mezin de be û mafên jinê bê parastin."
 
Piştî axaftinan rêziknameya Hundirîn ya KPC-JIN ji aliyê Mamoste Fatima Ehmed ve hat xwendin paşê mamosteyan pirsgirêkên dibistanan bi rêveberiya KPC-JIN re nîqaş kirin.