Ji Tebqayê ji bo gelê Efrînê kampanya piştevqaniyê
- 14:59 26 Adar 2018
- Rojane
TEBQA - Li Tebqayê, ji bo gelê Efrînê ku bi koçberiyê re rûbirû hat hiştin di çarçoveya kampanyaya ku hat destpêkirin de gelek alavên ji bo tendirûstiyê hatin komkirin.
Meclisa Bajêr a Tebqayê, ji bo ku piştgiriya gelê Efrînê yê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên wê bi koçberiyê re rûbirû man bike dest bi kampanyaya piştgiriyê kir. Gelê Tebqayê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê da, di çarçoveya kampanyayê de gelek amûrên tendirûstiyê hatin komkirin.
Hat diyarkirin ku amûrên tendirustiyê yên hatin komkirin wê di demeke kurt de ji xwediyên pêdiviyan re bên şandin.