Jinên Şengalê: Dê serkeftin a gelê Efrînê be

  • 14:46 26 Adar 2018
  • Rojane
 
 
Delila axin- Viyan Seid
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Divê hemû kes li berxwedana serdemê xwedî derkevin û di eniya demokrasiyê de dengê gelê Efrînê bibihîsin." 
 
Jinên Şengalê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de anî ziman ku berxwedana serdemê ya Efrînê ji cîhanê re bû mînak û berxwedana gelê Kurd a bi rûmet dê bidome. 
 
Endame Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ya bi navê  Evîn Eyas nêrînên xwe wiha anî ziman:"Em di serî de êrîşên hovane ên li dijî Efrînê bi zimanekî tund şermezar  dikin. Efrînê bi berxwedana xwe ya bêhempa mohra xwe li dîrokê xist û berxwedana Efrînê dê bidome."
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Qîmet Xudêde jî derbarê rewşa Efrînê de wiha got:"Di serî de  ez berxwedana Efrînê slav dikim. Dewleta tirk bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê kir bû sedema kuştina gelek sîvîlan. Tevî hemû zordestiyan berxwedana serdemê ya Efrînê dê bi ser bikeve."
 
Her wiha jina bi navê Sued Kirêt jî axivî û wiha got:'' Em berxwedana serdemê bi dilekî mezin slav dikin. Em wekî jinên Şengalê heta dawî li pişta gelê Efrînê ne êm dibêjin dê berxwedana serdemê bi ser bikeve û dê serkeftin a gelê Efrînê be."