Konfransa Meclîsa Malbatên Şehîdan didome
- 14:05 26 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Konfransa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi axaftinan didome.
Konfransa 5. ya Malbatên Şehîdan ên Kobanê ku bi dirûşma 'Bi rihê şehîdên berxwedana serdemê em ê têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê bilind bikin' dest pê kiribû, didome.
Di Konferansê de Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku şehîd û malbatên wan bingeha berzkirina berxwedanê ne û hîmên taybet ên rêxsitinkirinê ne û wiha axivî: "Armanca êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê ew e ku hemû projeyên demokrasiyê yên Sûriyeyê asteng bike û têk bibe. Ji bo vê jî Erdogan dibêje ez ê axa Kurdan dagir bikim û wan ji Efrînê derxim. Em ê li dijî hemû hêzên dagirker berxwedana xwe bidomînin û pêkanîna projeya xwe ya demokrasiyê dewam bikin.
Di heman demê de jî li ser navê Rêxistina Kongreya Star Semîra Ehmed got ku bi saya xwîna şehîdan wê serkeftin a Efrîn û Kurdistanê be û wiha dewam kir: "Konferansa Malbatên Şehîdan ya 5. em li tevahî malbatên şehîdan pîroz dikin. Îro bi saya şehîdan em hemû gihîştina vê astê, ji bo vê jî divê ku em bi hêz, îrade û baweriya mezin xwedî li doza şehîdên xwe derkevin û riya wan bişopînin."
Her wiha peyamên pîrozkirina konferansê yên ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şengalê hatibû şandin ji aliyê mamoste Edana Mehmûd ve hatin xwendin.
Niha jî konferans bi pêşkêşkirina rapora kar û xebatên dû salan didome...