NAV-DEM'ê ji bo meşa li Brukselê bang kir

  • 13:44 26 Adar 2018
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - NAV-DEM'ê diyar kir, hêzên navneteweyî jî ji êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê berpirsyar in û ji bo meşa sibe ya li Brukselê banga tevlibûnê kir ku wê ji bo Efrînê were lidarxistin.
 
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedana Efrînê tevli meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê bibin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi çavdêriya NATO û hêzên navneteweyî li gel komên çete yên wekî ; DAÎŞ, El Nûsra û Oso ji bo qirkirinê êrîş biriye ser Efrînê. NAV-DEM'ê diyar kir, ku di serî de NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, hemû hêz û saziyên navneteweyî yên bêdeng mane bi qasî Tirkiye û Rûsyayê hevparên van êrîşan e.
 
NAV-DEM'ê bi bîr xist ku Tirkiye bi çavdêriya hêzên navneteweyî heta niha gelek caran komkujî li ser kurdan kirine û ev bang kir: "Di serî de NATO em bang li Neteweyên yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, hêzên navneteweyî û hemû hêzên têkildar dikin ku ji bo dawî li dagirkeriyê bînin bikevin nava liv û tevgerê û pêkanînan li ser dewleta tirk ferz bikin."
 
NAV-DEM'ê bang li hemû endam, rêveber û pêkhateyên xwe  û li hemû saziyên Kurdistanî, şoreşgerên Şoreşger, demokrat, asûrî-suryanî, ermenî, elewî, êzidî û misilmanan kir ku ji bo şermezarkirina komkujî û dagirkeriyê roja 27'ê Adarê li Brukselê li ber NATO'yê tevli meş û mîtînga navendî bibin û bibin dengê berxwedana Efrînê.