Zaroka bi îstîsmarê re rûbirû hat hişitin navê 5 mêrên din da
- 13:37 26 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê zaroka ku bi îstîsmara mêrê bi navê Î.A. re rûbirû hat hiştin diyar kir ku ew ji aliyê 5 mêrên din ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatiye hiştin.
Li Stebolê mêrê bi navê Î.A. zaroka astengdar bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibû. Î.A. li ser giliyê ku derbarê wî de hat kirin binçav kirin û sewkî dadgehê hat kirin. Î.A. ji aliyê dagehê ve bi tawanbariya "îstîsmara zayenîd" hat girtin û şandin girtîgehê.
Zaroka astengdara ku bi îstîsmarê re rûbirû ma li gel pedegog îfadeya wê hat girtin. Zarokê li ser medya civakî diyar kir ku ew ji aliyê B.A. (40), N.A. (50), H.A. (48), N.A. (60) û mêrekî din ku navê wî nizanibû ve bi sîtîsmara zayendî re rûbirû hatiye hiştin.
Hat diyarkirin ku ji bo bersûc bên girtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.