5'emîn Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan hat destpêkirin

  • 13:00 26 Adar 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê  5'emîn Konferansa xwe bi dirûşma  'Bi rihê şehîdên berxwedana Serdemê em têkoşînê li hemberî dagirkeriyê bilind mezin dikin'  da destpêkirin. 
 
Bi tevlîbûna sedan Melbatên Şehîdan ji Kantona Kobanê û navçeyên wê, her wiha Malbatên Şehîdan ji Girê SPÎ, Silûk, Eyn Îsa û nûnerên saziyên civaka Sivîl, endamên  YPJ,YPG'ê, nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û meclîsa malbatên şehîdan a wargeha şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê li salona Newroz ê 5'emîn Konferansa xwe da destpêkirin.
 
Li salona ku konferans lê hat lidarxistin posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê, alên Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê û pankarta bi nivîsa 'Em şehîdên xwe nasipêrin axê disipêrin dilê xwe' hatin daliqandin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkiri nû derbarê lehengiya şehîdan û perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin hatin kirin. Piştre konferans bi nirxandinên endamên Malbatên Şehîdan berdewam kir. 
 
Konfrans didome.