'Îradeya me ji tang û topan bi hêztir e'

  • 12:04 26 Adar 2018
  • Rojane
 
 
Lilav Eli-Tolîn Muhamed
 
EFRÎN - Ji 180 malbatên ku ji Efrînê ji ber topebaranê bajar terikandin li kampa Şahbayê hatin bicihkirin. Jinan diyar kir ku Efrînê bajarê Arîn Mîrkan e û ev tişt gotin: "Kesên ku tang û topan êrîşî me dikin bila baş bizanibin ku îradeya me ji tang, top û balafirnên wan bi hêztir e."
 
Piştî ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û komên girêdayî wê êrîşê Efrînê kirin û piştî bi du meha bajar dagir kirin, bi sedhezaran welatiyên Efrînê mecbûr man ku bêr biterikînin û li berê xwe bidin Şehbayê. Li kampa ku bi hevkariya  Kantona Şehbayê, Şaredariya Gel û Kantona Efrînê li ser eraziyeke ji 12.5 kîlometereyan hat avakirin 180 malbata hatin bicihkirin.
 
Ji niştecihên Kampê Eyşe Mihemed got ku TSK û komên girêdayî wê dagirker in û ew ji bajarên wan dûr xistine. Eyşe ya ku diyar kir berî êrîşa hêzên dagirker li ser axa xwe jiyaneke wan a aram hebûye wûha berdewam kir: "Li ser bingehê pilanên ku hatin kirin axa me hedef hat nîşandan û bi qirkirinê xwestin ku me biceribînin.  Belê rast e em hatin qetilkirin û zarokên me li ber çavên me hatin parçekirin. Lê em ê li gel van hemû hovîtiyan dest ji berxwedana xwe bernedin."
 
'Em ê Efrînê ji wan re nehêlin'
 
Eyşe axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ji Efrînê ji ber hovîtiya dagirkeran derketin. Lê bila nebêjin qey me Efrîna xw terikandiye.  Dema ku em hatin Şehbayê cihekî ku em lê bimînin tune bû ev kampa ku hat avakirin ji bo me gelek baş bû. Qet nebe cihekî ku zarokên me lê bên bicihkirin heye. Belê rast e dilê me diêşî lê bila dagirker bizanibin ku  wê Efrînê ji wan re nemîne."
 
'Îradeya me ji tang û topan bihêztir e'
 
Ji jinên li Kampê hatine bicihkirin Nura Mihemed jî wiha got: "Axa me namûsa me ye û em ê namûsa xwe ji hovan re nehêlin. Em nikarin bêyî axa xwe bijîn û ji ber vê em ê Efrînê başve bigirin.  Em ji tang, balafir û topên dagirkeran natirsin  bila baş bizanibin ku îradeya me ji tang, top û balafirên wan mezintir e.  Sonda me ye em ê Efrînê li Erdogan  û çeteyên wî bikin goristan."
 
'Efrîn bajarê Arîn mîrkan e'
 
 Jina bi navê Sozan Fexî jî diyar kir ku ji kesên li Efrînê jiyana xwe ji dest dan ere soza wan heye û ev tişt got: "Efrîn bajarê Arîn mîrkan e. Kîjan hêza dagirker dikare me ji wê derbixe?  Em bi şehîdên xwe hene û em ê bi wan hebûna xwe berdewam bikin.  Zarokên me qetil kirin û makên ne talan kirin. YPG -YPJ'ya me heye hetaa  ku lehengên me yên berxwedêr hebin em ê dest ji axa xwe berndedin û li dijî hemû teknîka şer li ber xwe bidin."
 
'Li ber çavên me pitikên yekrojî hatin qetilkirin'
 
Jina bi navê Gulê Şêxo jî got ku divê her kes ji jinên kurd mirovahiyê hîn bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ber çavên me pitikên yekrojî hatin qetilkirin lê me li hemberî tu kesî serî netewand.  Em ê ji îro û şûn de jî serî netewînin. Kesên ku ev komkujî rewa dîtin bila bizanibin ku nikarin me bitirsînin. Dîroka me dîroka berxwedanê ye. Em ê bi berxwedana xwe ya dîrokî bi ser kevin."