Lîstika zarokan: Keçelok derdikeve ser dîkê
- 09:52 26 Adar 2018
- Rojane
AMED- Lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê lîstikeke nû ya bi navê “Keçelok” amade dikin, lîstik wê di 8’ê Nîsanê de dest pê bike û derkeve pêşberî temaşevanan.
Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî 15’ê Tirmeha 2016’an re êrîşên li ser sazî xebatkarên saziyên kurdan zêde bûn. Bi derxistina KHK’yan re gelek sazî û dezgehên çand û hûnera kurdî hatin mohrkirin. Gelek navendên çand û hûnerê yên girêdayî şaredariyên DBP’ê jî bi tayinkirina qayûman re hatin girtin. Xebatkarên çand û hûnerê yên di bin baneya şaredariyên DBP’ê de dixebitîn hatin dûrxistin. Xebatkarên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên profesyonel şanogeriyê dikirin piştre hatin dûrxistin. Xebatkaran karên xwe nîvco nehîştin û Şanoya Bajar a Amedê ava kiribûn. Ji wê rojê vir de bi lîstikên cuda derdikevin pêşiya temaşevanan. Lîstikvanên şanoya Bajar a Amedê niha jî ji bo zarokan lîstika bi navê “Keçelok” amade dikin. Di derheqê lîstikê de lîstikavana Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer axivî.
Elvanê got ku lîstika Keçelok ji sê lîstikvanên jin û sê jî muzîsyenan pêk tê û wiha got: “Em tevahî di vê lîstikê de pênc kesin. Nivîskar û derhênerê vê lîstikê Celîl Toksoz e. Di lîstikê de du kes hene û her du jî jinin. Ez û lîstikvan Rêzan Kaya di lîstikê de cih digirin. Kesê ku muzikê amade dike jî jine û navê wê jî Elham e. Ew hevaleke Rojhilatî ye, besteyan çêdike û li gel wê jî du hevalên mêr hene. Ew jî amûrjen in. Di lîstikê de hem stran tê gotin û hem jî amûr tên lêdan. Ev lîstik lîstikeke muzîkale. Wê ev lîstik di 8’ê Nîsanê de dest pê bike.”
‘Di lîstikê de stran jî tê gotin’
Elvanê di berdewama axaftina xwe de got ku lîstika zarokan ji bo wan girîng e û wiha pê de çû: “Em her sal ji bo zaroka yek an jî du lîstikan amade dikin. Ji bo zarokan me xwest bernameyekê çêbikin û lewra jî me bi mamoste Celîl re dest bi xebateke wer kir. Ev nêzî du hefteye me niha dest bi provayên xwe kiriye. Her wiha di lîstikê de stran jî tê gotin.”
‘Dema ku hevaltî tunebe hemû tişt bê wateye’
Elvanê di berdewama axaftina xwe de mijara lîstikê wiha vegot: “Mîjara vê lîstikê dawiya dawî li ser hevaltî û dostaniyê ye. Çîroka Keçelok hemû zarok û mezin baş dizanin. Keçelok bi dayika xwe re di gundekî de dijî. Tiştên cerebandina sihîrbaziyê dike, masiyan digire, xeyalan dike. Lê belê ew ji ber ku bi tenê ye tim li benda hevalekî/ê ye. Disekine ku kesekî bê jê re hevaltiyê bike. Piştre rojekê tellal tê ew kes jî gundiyek e. Ew kes bi salane nekeniyaye û wî ken ji bîr kiriye. Kesên ku bikaribin dotmîrê bikenînin wê zêr û micewheran bi dest bixin. Dayika Keçelok jî Keçelok dişine û dema Keçelok diçe di rê de hîn bûyer tên serê wî. Li her deverê kes tên ji bo dotmîrê bikenînin, lê belê dotmîr nakenin. Tiştê ku dotmîr dixwaze ne ew e, ji ber ku diravê wê jî heye lê belê ew jî benda hevalekî ye. Dema ku hevaltî tunebe hemû tişt bê wateye, her ku çiqasî mirov dewlemend be jî têr nake. Di dawiyê de her du tên gel hev û hevaltiyê bi hevdûre dikin û her du jî gelek kêfxweş dibin.”
‘Hevaltî û dostanî ji bo zarokan gelek girîng e’
Elvan di dirêjiya axaftina xwe de got ku mirov dikare bibêje ev lîstika keçelok wê gelek bala zarokan bikişîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku hevaltî û dostanî ji bo zarokan gelek girînge. Ji bilî van jî di lîstikê de stran û muzîk jî heye, lewra jî difikirim ku wê gelek bala zarokan bikişîne. Her wiha wekî hemû lîstikên me ev lîstik jî bi zimanê kurdî ye. Me bi tenê lîstika Qirix bi tirkî nivîsî. Di vê lîstikê de me bi devoka Amedê lîstik amade kiribû.”
Wê xebatên me berdewam bikin
Elvanê anî ziman ku ev nêzî salekê ye ew cihê xwe yê nû de xebatên xwe dimeşînin û wiha ev tişt got: “Hetanê niha me du lîstikên zarokan çêkir, ev jî lîstika sêyemîn e. Me di demên berê de ji bo zarokan atolye jî çêkiribû. Em difikirin ku ji bo zarokan mihrîcanekê di payîzê de çêbikin. Xebatên me û lîstikên me berdewam dikin.”