'Hemû jinên Wanê delegeyên xwezayî ne'

  • 09:12 26 Adar 2018
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
WAN - Endama Platforma Jinan a Ahtamara  ya li dijî şîdeta li ser jinê û îstîsmara zarokan bi hatina cem hev ji 23 pêkhateyan hat avakirin, Rojbîn Çetîn, diyar kir ku wan nexşerêya xwe diyar kirine, xebatên xwe dimeşînin û got: “Em ji jinên Wanê re dibêjin ku bila ew jî piştgiriyê bidin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan em bibin yek. Ji bo me her jinên Wanê delegeyên xwezayî ne. Pirsgirêkên jinên hilberîner zêde ne. Tevgera vê platformê dê ji bo pirsgirêkên me bibe piştevanî û çareserî.”
 
Platforma Jinan a Ahtamara bi hatina cem hev 23 pêkhateyan li Wanê li dijî îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinê hat avakirin. Platform bû navnîşana nû a jinan. Platformê di 8’ê Adarê de li bajar xebatek mezin meşand û piştre jî hatin cem hev û nexşerêyek diyar kirin.
 
‘Emê li dijî pirsgirêkan rêbazên cidî diyar bikin’
 
Sevîl Rojbîn Çetîn a di platformê de cih digire diyar kir ku wê platform li dijî şîdeta li ser jinan, îstîsmara zarokan, li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û çandî yên jin dijîn wê çareseriyên cidî pêş bixînin û wiha pê de çû: “Bernameya 8’ê Adarê a Platformê gelek girîng bû.  Piştre platformê nexşerêya xwe ava kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan yên wekê komîsyon, civakî, çandî, aborî û ekolojîk nîqaşan dimeşîne.”
 
‘Em pêşketin û mezinbûnê hedef dikin’
 
Rojbînê daxuyakirin ku şîdeta li ser jinê pirsgirêkek polîtîk e û wiha pê de çû: “Şîdeta li ser jinê di çapemeniyê de tê dîtin lê ji dîtbarî wêdetir naçe. Em feraseta vê rewşê rexne dikin, digirin dest. Ev feraset jiyana jinê teng dike,  pêşxistina ji rê derketinê wê refleks û rêbazên platformê yên çareseriyê hebin.  Em pêşketin û mezinbûnê hedef digirin. Jinên ku rengê rondikên çavên wan wekhevin,  alternatîfek ji piştevaniyê wêdetir tune. Em wek platform em ê mudaxîlî dozên îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinê bibin.”