ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 26 Adar 2018
  • Rojev
 
 
*Li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de Mehmet Mete yê 11 salî guleya topê îsabetê mala wan kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Di ser qetilkirina Mehmet de du sal derbas bû lê di dosyaya wî de tu pêşketin tuneye. Dayika Mehmet, Gurbet Mete, diyar kir ku ew dev ji  kujerên kurê xwe bernade.
 
*Lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê lîstikeke nû ya bi navê “Keçelok” amade dikin, lîstik wê di 8’ê Nîsanê de derjeve pêşberi temaşevanan.BI DÎMEN
 
*Gencay Devecî ya ji ber ducaniyê li nexweşxaneya taybet ya dixebitî ji kar hat avêtin wih agot: “Em ê biryarê bidin ku zarokan biwelidînin an newelidînin.  Li dijî çewisandina kedê û neheqeiyê em ê bi jinan re têkoşîna xwe bidomînin.”BI DÎMEN
 
*Li Kontarên Çiyayê Bagokê îsal jî bi hatina biharê re çandiniyê dest pê kir. Çiyayê Bagokê ku her sal tê bombebarankirin û şewitandin jî axa wê dewlemendiya xwe winda nake û ji bo gund dibe çavkaniya debarê. B DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di mijara Efrînê de bertek nîşanî helwesta PE, NY û NATO’yê da û tiştên li qadên rêveberiya xweser hatin jiyîn bibîr xist. Leylayê bi lêv kir ku şîdet her diçe zêde dibe û wiha got: “Girêka esas Efrîn e. Bêdengiya Rojhiata Navîn a li hember Efrînê nîşan dide ku wê ev şer li bajar û welatên din jî dest pê bike.
 
*Li quntarên Çiyayê Bagokê îsal jî bi hatina biharê re çandiniyê dest pê kir. Çiyayê Bagokê ku her sal tê bombebarankirin û şewitandin jî axa wê dewlemendiya xwe winda nake û ji bo gund dibe çavkaniya debarê. BI DÎMEN