Ji bo gelê Efrînê banga piştevaniyê
- 17:09 25 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Sivîl a Dêra Zor, ji bo gelê Efrînê yên ji ber komkujî û êrîşên Tirkiyeyê malên xwe terk kirin, kampanya piştevaniyê da destpêkirin.
Meclîsa Sivîl a Dêra Zor, ji bo gelê Efrînê yên ji ber komkujî û êrîşên Tirkiyeyê malên xwe terk kirin, kampanya piştevaniyê da destpêkirin. Di civîna ji bo kampanyayê hatiye lidaxistin de hat diyar kirin ku li dijî êrîşan berxwedan didome.
Ji bo gelên Sûriyeyê bang
Di civînê de li ser piştevaniya bi gelê Efrînê re hat sekinadin û bang li gelê Bakurê Sûriyeyê û Suriyeyê kir ku ji bo Efrîniyan seferber bibin.