Mêrê îstîsmara zayendî pêk anî hat berdan

  • 16:15 25 Adar 2018
  • Rojane
AMED-Mêrê bi navê Sezer Bulanik ku li Baglar a Amedê li zarokek astengdar îstîsmara zayendî pêk anî, piştî îfada wî hat girtin, hat berdan.
 
Li navçeya Baglar a Amedê mêrê zarokek astengdar ji aliyê mêrê bi navê Sezer Bulanik ve rastî îstîsmara zayendî hatibû. Piştî  bûyerê malbata zarokê gilî kir û li ser vê hat binçavkirin û piştî îfada wî ya li emniyetê hat berdan.
 
Hat hînbûn ku zarok di îfada xwe de gotiye rastî îstîsmarê hatiye lê hat îdiakirin ku gîlî nekiriye û ji ber vê mêrê îstîsmara zayendî pêk aniye hat berdan. Parêzer Yusuf Çakas diyar kir ku ji ber hişê zarok şûnde ye rewşa gilîkirina wê baldar nehatiye girtin û ji ber vê mêrê gumanbar nehatiye girtin.