Sebahat Tuncel: Mezinkirina piştevaniyê ji her tim zêdetir watedare

  • 15:15 25 Adar 2018
  • Rojane
 
STENBOL- Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel di peyama ku şand 4’emîn Kongreya SKM’ê de diyar kir ku li dijî şer deng derxistin û mezinkirina piştevaniyê ji her tim zêdetir wê watedartir be.
 
4’emîn Kongreya Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst bi şîara ‘Em ji bo aştî, azadî û jiyanê xwe rêxistin dikin’ li Navenda Pêşendana Sû ya Aksayrayê bi axaftinan berdewam dike.  Di kongreyê de peyamên ji girtîgehê hatine, tên xwendin û bê navber dirûşmeyên ‘Em ji Arînê berbi Sîbelê ve dimeşin serkeftinê’ Bijî têkoşîna rêxistinkirî’ û ‘Jin jiyan azadî’ tên berzkirin.
 
Di kongreyê de peyama Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ya li girtîgeha Kandirayê girtiye, hat xwendin. Peyama Sebahatê wiha ye: “Li pêş me riyek azadiyê ya mirov bi hêvî têde bimeşin û pergalek serdestiya mêr ya divê têk biçe heye. Ez we Lijneya we ya Giştî ya jinên SKM’ê slav dikim, serkeftinê dixwazim.
 
‘Civaka azad dikare bigihêje azadiyê’
 
Rizgariya jinê bi hêza jina rêxistinkirî pêkane.  Divê li her qada jiyanê rêxistin bêkirin û piştevanî bê bilindkirin. Pergala serdest bi vê dikare têk biçe. Şoreşa jinê, têkoşîna azadiya jinê wê bibe têkoşîna sereke ya sedsala 21’ê.  Jinên nîvê civakê ava dike azad bibin, civak jî azad dibe. Bi hêza jinên rêxistinkirî civaka rêxistinkirî dikare bigihêje azadiyê.
 
‘Nîqaş wê pêşerojê diyar bikin’
 
Li dijî qezencên jinan êrîş zêde bûne, her cureyê şîdetê  li ser jinan pêk tê, kuştinên jinan zêde bûne, îstîsmara li dijî zarokan gihiştiye astek dijwar, betalî xizanî her diçe zêde dibe. Nîqaşên tevgera jinan a sosyalîst, biryarên ku digirin wê di pêşeroja têkoşîna azadiya jinê de rolek girîng bilîze.
AKP-MHP li Tirkiyeyê her kesî dijmin dibîne.  Hewl didin mudaxaleftê bigirin bin zextan.   Jinan, akademîsyenan, hêzên demokratîk, hêzên azadîxwaz, pêkhateyên HDP-HDK’ê bi girtin û binçavkirinan hewl didin biçewisînin.
 
‘Piştevanî niha pir watedare’
 
Em dikarin ji van hemûyan re bêjin bes e, divê em bêjin. Tişta divê emb ikin, îradeya jinan a kolektîf derkeve holê, rêxistin û tevgere. Hun kongreya xwe di şertên OHAL’ê de pêk tînin.  Êrîşên li dijî qezencên Kurdan didomin.  êrîşên li dijî Efrînê li dijî gelên Rojhilata Navîne. Di vî alî de  dijî şer deng derxistin û mezinkirina piştevaniyê ji her tim zêdetir wê watedartir be.
 
Jin dikarin cîhanê biguherin. Lê divê em ewil ji xwe, ji qadên ku lê dijîn dest pê bikin.Ez ji lijneya we ya giştî re serkeftinê dixawzim. Bijî piştevaniya jina. Bijî Yekitiya jinan. Jin jiyan azadî.”