‘Gerîlayên azadiyê Şengal bi xwîna xwe parastin’
- 13:50 25 Adar 2018
- Rojane
Viyan Seyîd- Delîla Axîn
Sengal-Jinên Êzidî der barê biryara KCK’ê ya vekişandina hêzên HPG û YJA-Starê ya ji Şengalê nêrînê xwe anîn ziman. Jinên Êzidî diyar kirin ku yê rê li pêşiya fermanê girt, bi ruh û canê xwe gelê Êzidî parastin gerîlayên azadiyê bûne û hebûna gelê Êzidî di Şengalê de parastine.
Jina bi navê Hena Eliyas der barê vekişîna hêzên HPG û YPJA-Starê ya ji Şengalê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Dema ku ferman li hemberî gelê me çêbû, ji ciyayên azad gerîlayê azadiyê berê xwe dan Şengalê. Her kes dizane ku yê heya roja îro gelê Şengalê parast gerîlayên HPG, YJA-Star û şervanên azadiyê bûn. Gerîlayên azadiyê ne bi biryara tu kesî hatin Şengalê û ne bi biryara tu kesî ji Şengalê vedikşin. Bila tu kes xwe nexapîne û nebêje ku Iraqê an jî tu hikûmetên din biryar daye ku gerîla ji Şengalê vekişin. Gerîla di Şengalê de erkê xwe yê mirovahî bi cîh anî.”
Hena Eliyas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji dame fermanê heya niha gerîlayên azadiyê li Şengalê şer dikin û bi canê xwe gelê xwe yê Şengalê diparêzin. Piştî hatina gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şengalê me jî pergala xwe ya rêxistinê di hemû aliyan de da avakirin. Ji ber ku me ji gerîlayên Azadiyê hêz girt, em ji wan fêr bun ,cawa xwe bi parêzin.”
‘Emê xwe hîn bêtir xurt bikin’
Hene Eliyas di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji vekişîna gerîlayan gelek xemgîn bûne û ev tişt anî ziman: “Em wek jinên Êzidî dibêjin emê di Şengalê de rêxistina xwe xwurtir bikin û emê heya dawî li keda gerîlayan xwedî derkevin. Emê bi fikrê Rêber Apo, xwe xurtir bikin. Emê di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin.”
‘Gerîla pêşî li komkujiyek mezin girt’
Jinek din ya bi navê Pakîza Celal jî nêrîna xwe ya ji bo biryara KCK’ê wiha anî ziman: “Dikeve sala çarê ku gerîlayên azadiyê, şehîdan ji bo axa Êzidxanê de didin û bi xwîna xwe axa pîroz ya bav û kalan diparêzin. Gerîlayên azadiyê pêşî li komkujiyek mezin girtin û xwedî li gelê Êzidî derketin. Ji roja fermanê heya niha jî me wek gelê Êzidî, gerîla hêz girt. Emê heya dawî bi hêza me ji wan girtiye emê xwe biparêzin. Gerîlayên azadiyê bi sedan şehîd li ser axa Şengalê dan û bi canê xwe Şengal ji hovên DAIŞ’ê parastin.”
‘Emê xwedî li keda wan derkevin’
Pakîze Celal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Şengalê fikrên serok Apo nayê tunekirin. Heta zarokekî Êzidiyan bê Serok jiyan nabê wê ev fikir û raman di Şengalê de zindî bin. Em bi vekişandina gerîlayên azadiyê ji Şengalê gelekî xemgîn bûn. Lê em ji gerîlayê xwe re dibêjin emê li kede we xwedî derkevin. Bila dilê we rehet be emê tu carî Şengalê bê parastin nehêlin. Em dibêjin hêviya me ewe ku demildest Serokê me ji zindanê derkeve.”