Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê îtîraza xwe bibin 1’ê Gulanê
- 11:23 25 Adar 2018
- Ramyarî
ENQERE- Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî civîna xwe ya du rojan şûnde encamnameya xwe aşkera kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku wê îtîrazên xwe yên di 8’ê Adar û Newrozê de anîne ziman wê di 1’ê Gulanê de dubare bikin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 23-24’ê Adarê civînek pêk anîn û encamnameya civînê aşkera kirin. Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin û her wiha balkişandin ser têkoşîna jinan a yekbûyî û piştevaniya jinan a enternasyonal.
Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê wiha ye:
“*Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hatiye nirxandin û di çarçoveya biryaran de plansaziya dema pêş hat kirin û komîsyon avakirin.
*Me civîna xwe bi biryar û berxwedana bi heybet ya ji Efrînê, jij jinên daketin qadên Newroz û 8’ê Adarê ji hêzên demokrasî û gelê Kurd girt û bi coşek mezin pêk anî.
*Di 8’ê Adarê de jinan li dijî polîtîkayên dijminê jinê serhildana xwe anî ziman. Di 8’ê Adarê de xebatên me bi biryarek mezin hatin meşandin û vê jî bêguman bandor kir ku bi hezaran jin daketin qadan.
*Di 21’ê Adarê de bi mîlyonan kes daketin qadan. Niha emê îradeya îtîrazê ya di 8’ê Adar û 21’ê Adarê de hat kirin wê bibin 1’ê Gulanê jî.
*Tifaqa AKP-MHP’ê şerê li Rojhilata Navîn têm eşadin wek şerê parvekirinê dît û êrîşê Efrînê kir. Lê tenê êrîşên Efrînê nekirine, yekitiya gelên li Bakurê Sûriyeyê jî hedef digire. Niyeta xwe ya dagikirina ji Kobanê heta Cizîrê jî bi aşkera îfade dike.
*Meclîsa me li dijî polîtîkayên şer yên êrîşkar û mêtînger, li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên faşîzm û AKP-MHP’ê, yek ji parçeyên têkoşînê ya jê venaqeteye.
*Di mîtînga Newroza li Tekîrdagê kedkara têkoşîna azadiya jinê, endama Meclîsa Jinê û MYK’ê hevala me ya femînîst Gulsum Agaoglu hat girtin. Em wê û hemû berxwedêrên girtî re silavê dişînin. Têkoşîna hevpar ya em didin wê me hemûyan azad bike.
*Em Dayika Vahîde Açan yek ji damezerînerên ÎHD’ê bû û duh jiyana xwe ji dest daye bibîr tînin û ji xizm, hezkiriyên wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
*Êrîşên li dijî têkoşîna jinê li her derê cîhanê didome.
*Mînaka herî dawî li Brezîlyayê li dijî endama meclîsa şaredariyê û partiya çep û sosyalîst, femînîst aktîvîst Marîelle Franco ya ji aliyê çeteyên faşîst ve hat qetilkirin, pêk hat. Em wê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê dixwazin.