‘Divê li dijî îstîsmarê zarokên ku lêpirsîn dikin bên mezinkirin’
- 09:01 25 Adar 2018
- Rojane
Kîbriye Evren
AMED - Pispora Pêşketina Zarokan Aynur Ozbay diyar kir ku li dijî îstîsmara zarokan tiştên ku divê malbat bikin hene û balkişand ser têkiliya ku divê dê û bav bi zarokên xwe re ava bikin. Aynurê her wiha got divê bi zorê tiştek bi zarokan neyê kirin, divê hesta bawerbûnê bi zarok bide qezenckirin û bi taybet jî divê zarokên ku lêpirsîn dikin bên gîhandin.
Îstîsmara zarokan roj bi roj zêde dibe û li hemberî vê jî kesên divê polîtîkayan derxistin, wek çareseriyê ‘xesandin’ ‘sansurkirina nûçeyan’, ‘ bi îstîsmarkarên wan re bên zewicandin’ nîşan didin. Parastina zarokê divê polîtîkaya herî girîng be, malbat jî he roj bi fikarin ku çawa zarokên xwe biparêzin.
Gelo li dibistan, nexweşxane, kolan û malê ji bo zarok ji îstîsmarê bên parastin divê çi bêkirin? Nîşaneyên îstîsmara zayendî çi ne? Divê bi zarokan re çawa têkilî bê danîn, zarok divê li dijî vê xetereyê çi bikin, çawa vebêjin? Pispora Pêşketina Zarokan Aynur Ozbay ev pirs bersivandin.
‘Zarok didin der’
Mirov zarokên rastî îstîsmarê hatiye çawa fêm dikin? Nîşaneyên vê yên fîzîkî û psîkolojîk çi ne?
Zarokên rastî îstîsmarê hatine wek travmayên din bi bertekên hestyarî û tevgerê didin der. Ev bertek jî di cîhana zarokê de wek qêrîna alîkariyê divê bê dîtin û stresa di jiyana zarokê de nîşan dide. îfadekirina vê girînge. Nêrîneke ku tenê zarokên keç rastî îstîsmarê tên heye. Lê êrîşên zayendî yên li dijî zarokên kur gelek zêdene û zarokên kûr jî di bin rîskek cidî de ne. Em bên pirsa we; zarokên rastî îstîsmarê tên; bertekên zêde nîşan didin, an jî dikevin bêdengiyek mezin. Naxivin, tiştekî naxwin, têkilkiya xwe bi her kesî re dibirin, bi malbatê re nayên cem hev, ranazên, dema dest didin zarokan bertekên mezin nîşan didin, li dibistanê serkeftina wan dikevin, jiyana civakî nikarin berdewam bikin û pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê.
‘Di îstîsmara zayendî ya nav malbatê de travmayên mezintir tên jiyîn’
Nêrîneke ku bi giştî zarok rastî îstîsmara biyaniyan tê heye? Bi zarokên di malbatê de rastî îstîsmara zayendî tên re jî heman bertek dertên holê?
Bi zarokên di malbatê de rastî îstîsmarê tên re jî heman bertek tên dîtin. Lê ji ber zarok ji malbatê ji aliyê kesên ku pê bawere rastî îstîsmarê tê zêdetir bi bandor dibe. Travmayên mezintir dijîn. Di malbatê de bav pir girînge. Ger rastî îstîsmara bav bê ev badorên mezin pêk tîne. Travmaya zarok kûrtir dike. Xetên jiyanê wan bi bandortir dibe.
‘Divê zarok neyên lêpirsînkirin û ji nûve travma pê neyê jiyîn’
Zarokên rastî îstîsmarê hatine, malbatên wan divê çawa nêzî wan bibin?
Zarok bi taybet divê ji aliyê her kesî ve neyê lêpirsînkirin. Divê taybet û xesas nêz bibin. Divê bi awayekî rast bi zarok re bikevin têkiliyê. Divê ji tiştên ku bûyerê bi bîra wan dixe dûr bigirin. Divê bi terza sohbeta ligel pisporên zarokan û parêzer pêk bê. Tişta din ya girîng eve ku divê her kes li gorî xwe û her carê pirsan nepirse. Zarok wê nikaribe razê, wê bifikire ku kes hevaltiyê pê re neke. Lê ya herî girîng jî wê hesta baweriyê winda bike. Belkî wê demekê lîstikan jî nelîze.
Gelo zarok tenê rastî îstîsmara zayendî tên?
Divê mirov tenê ji aliyekî li îstîsmarê mêze nekin. Îstîsmar ne tenê zayendiye. Hemû mijarên ku zarok bi awayekî cidî bi bandor dibin, binpêkirin û îstîsmare. Pêkneanîna hewcedariyên zarokan yên wekê tenduristî, perwerde, xwarin, starbûn û hezkirinê, binpêkirine. Divê malbat bi taybet di vê mijarê de xesas tevbigerin. Kesên baş bên gihandin wê civakek baş jî bê afirandin.
Binpêkirin, têgeheke ku teşîskirin û fêmkirina wê zehmete. Nokteya ku îstîsmar û binpêkirinê ji hev cuda dike; îstîsmar aktîf, binpêkirin jî rewşek pasîfe.
Ji bo zarok bên parastin hun ji bo malbatan çi pêşniyar dikin?
Divê dê û bav baweriyê bidin zarokên xwe. Divê zarok bi dê û bavên xwe bawer bin. Têkiliya bi zarokan re girînge. Di gelek bûyerên îstîsmarê de sedema sereke têkiliye. Dema zarok rastî tiştekî neyînî bên divê ewil ji malbata xwe re bêjin. Divê malbat zarokên xwe fêm bikin, bişopînin, divê bizane ku zarok çawa jiyana xwe didomîne, piştî ji dibistanê tên divê bi wan re sohbet bê kirin. Li dibistanê çi kirine li derve bi hevalên xwe re çi kirine divê biaxivin.
‘Divê zarok biaxivin û bipirsin’
Terza nêzîkbûna dê û bav a li hember zarokên wan gelek girînge. Ger dê û bav di pirsa sêyem de li zarok bixeyîde di vir de pirsgirêkek cidî heye. Zarok divê sê pirsan jî pênç pirsan jî bipirse. Divê dê û bav bibin bersiva zarokên xwe, wan hîs bikin baweriyê bidin zarokên xwe.
‘Divê zarok lêpirsîn bikin û red bikin’
Mezinkirina zarokên ku lêpirsîn dikin gel girînge. Zarokek her tiştên ku ji bo wan tê dayîn divê negire, lêpirsîn bike, divê rengê jê hez nake li xwe neke, ferzkirina malbat û derdorê qebûl neke. Dema bixwaze rojê bi rengê şîn boyax bike, divê bike. Divê pir zêde mudaxaleyê zarokan neyê kirin.