Li Girê Spî gel di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev
- 15:41 24 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Kurd, Ereb, Tirkmen, û Ermenî yên li Girê Spî didijîn di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev.
Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî yên li Kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyeyê dijîn di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev. Pîrozbahiya Newrozê ya bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê bilind bikin, li Efrînê serkeftinê qezenc bikin’ pêk hat û pîrozbahî li gundê Kopîrlîk pêk hat. Welatiyên li kantonê dijî di saetên zû yên sibehê de çûn qada Newrozê.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê hatin xemilandin.
Hevseroka meclîsa Kantona Girê Spî Hemdan El Ebd di axaftina xwe de Newroza hemû gelên bindest pîroz kir û diyar kir ku li Girê Spî pêxistina agir bersiva herî baş ji bo dijmine û got: “Piştî êrîşa dagirkirina dewleta Tirk divê her der bibe keleha berxwedanê. Emê nîşanê hemû cîhanê bidin ku teslîm nabin.”