Plana hikûmetê eve bi telefonê pêşî li şîdetê bigire
- 13:55 24 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmet ji bo pêşî li şîdeta jinê bigire li şûna hiqûqê Diyanetê nîşan dide û vê carê jî pêkanîneke di telefonê de, jinên ku telefonên wan hebin, dikarin bikarbînin, xist jiyanê.
Li dijî şîdeta li hemberî jinê hikûmet li şûna qanûnan pêk bîne, vê carê di bin navê Pergala Îxbara Piştgiriya Lezgîn a ji bo Jinan (KADES) pergalek nû xist jiyanê. Hikûmeta AKP’ê ku di hefteyên borî de li dijî şîdeta li ser jinan li şûna hiqûqê Diyanet nîşan da û vê carê jî li dijî şîdetê pêkanîneke di telefonên baqil de xist jiyanê. Jinên xwedî van telefonan dikarin vê pêkanînê bikar bînin.
Berê bi dehan jinên rastî şîdet, êrîşa zayendî û xetereya qetilkirinê hatin, serlêdanên wan yên polîs bê encam man û an hatin qetilkirin an rastî şîdetê hatin.
Ev pêkanînan ku ketiye meriyetê jî tê mereqkirin wê çawa pêşî li şîdetê bigire.