Jina serî rakir Songul: Em ji xwe re dibêjin Keçên Lîlît

  • 09:10 24 Adar 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Songul Onbayram a ku endama Egîtîm Senê ya navçeya Sêwrega Rihayê ye di 2008’an de dest bi mamostetiyê kiriye. Songula ku piştî zewiciye rastî tundiya hevjînê xwe hatiye dev ji hevjînê xwe berdaye û bi KHK’ê hate îxrac kirin. Songul a ku dev ji têkoşîna xwe berneda dikana bi navê ‘Lîlît’ vekir û li dijî hemû astengan serî rakiriye.
 
Songul Onbayram a ku endama Egîtîm Sen a navçeya Sêwrega Rihayê ye di 2008’an dest bi mamostetiyê kiriye. Songul anî ziman ku naskirina wê ya Egîtîm Senê gelek balkêş bûye û behsa naskirina xwe ya Egîtîm Sênê kir. Songulê got ku piştî dest bi karê xwe kiriye zewiciye û wiha got: “Ez nêzî salek  bi hevjînê xwe re zewicî mam. Di nava wê salê de ez tim rastî tundiyê dihatim.  Ji ber ku ez rastî tundiyê dihatim min dev ji hevjînê xwe berda lê ez di malê de nemam. Ji bo jiyaneke azad ez ketim tevgerê. Piştre min xwest xwe di nava Egîtîm Senê de bibînim û min xwe dît jî. Ji bo min rêya rast ew derbû. Piştre min ferq kir ku ez li Egîtîm Senê xwe baş tînim ziman û ji bo ez bibim dengê jinan min xwest li gel jinan bim. Îro dozên ku ji bo min hatine vekirin hemû ji ber çalakiyên jinan e.
 
Songulê di berdewama axaftina xwe de got ku ew tişta jiyaye dixwaze bi jinên din re jî parve bike û wiha pê de çû: “Ez wek jinekê tevli çalakîyên jinan nabim. Tiştên ku hatine serê min naxwazim ku ji xwe re bibêjim. Ji ber ku tiştên ez jiyame drame û min jî nexwast bikim dram. Ez fikirîm ku jinek dikare bibe jineke bi hêz û min xwe li wir dît. Ez ji vê tiştê şanazim û gelek kêfxweşim. Min xwest bibim dengê jinan û çi ji destê min hat min kir. Ji ber ku em di nava civakeke gelek girtî de dijîn. Min tim vê tiştê kir û min tu tiştekî îlegal nekiriye.  Tiştên ku min kiriye hemû legalin. Her wiha mafê hemû karmendan e ku bibin endamê Egîtîm Senê. Çalakî kirin, daxûyanî dayîn mafê me bû û me jî wê mafê xwe bikar anî. Em ê hetanê dawî li pey mafê xwe bin.”
 
‘Li dijî min lêpirsîn vekirin’
 
Songul di dirêjiya axaftina xwe de got ku di sala 2016’an de li dijî rûpela facebooka wê êrîşek hatiye kirin û gelek peyamên tacîz û tehdîtê jê re hatine û ev tişt got: “Ji ber vê jî min serî li dozgeriyê da û tu tişt nehat kirin. Berovajê wê bi îdîaya min propagandaya rêxistinê kiriye Qeymeqamiya Sêwregê derbarê min de lêpirsîn vekir ü ez  bi 'endamtiya rêxistinê' hatim sûcdarkirin. Ew sûcdariya li min hat kirin jî ji ber parvekirinên min ên feysbookê bûn ku wêneyekî bi zarokên Pîrsusê re min kişandibû. Ji ber wê ceayê şermezarkirinê dan min. 24’ê Mijdara 2014’an  ji ber ku ez tevli çalakiyê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re bûm li Sêwregê dîsa doz li min hat vekirin. Di 17’ê Adara 2016’an de ji kar hatim dûrxistin ü di 29’ê Îlona 2016’an de jî bi hejmara 675 a KHK'ö ji kar hatim îxrackirin.”
 
‘Me ji xwe re navê ‘Keçên Lîlît’ danî’
 
Songulê anî ziman ku piştî hatiye îxrackirin fikiriye ku dest bi karekî çawa bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez û hevala min a mamoste Nurcan Kurt fikirîn ku em karekî çawa bikin.  Ji ber ku me nizanibû wê ev pêvajo dirêj bidome. Me nexwast ku di vê pêvojoya vala de em jî vala bisekinin. Me xwest em debara xwe bi destên xwe bikin û hem jî nîşan bidin ku em têk neçûne û li ser piyan e. Piştre em fikirn ku ji bo xwe dikarnekê vebikin û me vekir me navê dikana xwe ‘Lîlît’ danî. Sedema vekirina dikanê ew bû ku me nexwast em  ji civakê dûr bikevin û ji aliyekî ve jî me xwest keda jinê bidin nîşandan. Em niha di dikana xwe de cizdanên kulav(keçe cüzdan) û bi kevirên bi bêhn alavên xemlê çêdikin.  Em li dikana xwe xeml û xişikan difroşin. Ev nêzî saleke em vî karî dikin. Sedema navê dikana me jî ew e ku em jî baş dizanin ‘Lîlît’ sekneke wê ya cuda û serhêldêr heye.”
 
‘Ez li dijî şer im’
 
Songul herî dawî bal kişand ser êrîşên ku li dijî Efrînê tên kirin şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em hatin îxrackirin sedema wê ji me re  nehat gotin. Lê belê em sedema wê baş dizanin. Ji ber ku çima em kesên muxalîf bûn hatin îxrackirin. Em tim aliyê azadiyê ne.”