Mirovahî vî sûcî dizane: Duh Mereş, Bosna îro Efrîn
- 09:01 24 Adar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Endama PM'a HDP'ê Arîfe Çinar balkişand ser wêneyên talankirina Efrînê û got tiştên tê jiyîn zîhniyeta Tirkiyeyê ye û komkujiyên Mereş û Bosnayê jî bibîr anî.
Talana Tirkiye û OSO’yê yên li hemberî Efrînê di wêneyan de hat dîtin. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên ‘Bi hinek koman re feraseta wek ganîmetê heye’ talan îtîraf kir û wêneyan xesp û talankirin derxist holê. Endama PM’a HDP'ê Arîfe Çinar tiştên li Efrînê tên jiyîn, şiband komkujiya Mereşê ya di 1978’an de hat jiyîn û şerê Bosnayê yê di navbera 1992-1995’an de hat jiyîn û got hiqûqa şer hatiye binpêkirin.
Arîfeyê wiha berdewam kir: “Hejmareke bi piranî Kurd in hene. Li wir li aliyekî ax tê dagirkirin û aliyê din jî her tiştê ku zimanê wê tune, tê xespkirin. Mirîşkê digirin destê xwe û wek serkeftinê nîşan didin. An jî traktorê digirin, xwediyê wê dikujin.”
‘Dagirkirinek piralî mijara gotinê ye’
Arîfeyê destnîşan kir ku şer dagirkirinek pir alî aniye û li dijî dîroka gelên wir êrîşek hov pêk tê. Arîfeyê ev tişt bi lêv kir: “Ev şerma vê sedsalê ye. Dîrok wê van binivîse. Û dema dîrok van dinivîse em ê dereng bimînin.”
‘Zîhniyeta xespê li her derê heman e’
Arîfeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tiştên li Efrînê tên jiyîn zîhniyeta Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê jî rewşên wisa li dijî demokrat, elewî, Rûm û muxalîfan pêk tê. Ev komkujî li Mereşê jî hat jiyîn. Ev li Bosna Hersekê jî wiha bûye. Feraseta dagirkirinê li her derê heman e.”