Ji bo nûçegîhana me Duygu Erol daxwaza girtinê

  • 16:50 23 Adar 2018
  • Rojane
ENQERE - Nûçegîhana me Duygu Erol ku li Enqereyê hatibû binçavkirin û 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
 
Di 20'ê Adarê de li Enqereyê 11 kes hatin binçavkirin û sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Tevî nûçegîhana me Duygu Erol, Diyar Turgut, Sulhadin Deger, Abdullah Ay û Diyadin Firat piştî îfadeya wan a dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
 
6 kesên din ji aliyê dozgeriyê serbest hatin berdan.