'Em ê berxwedana Nûjiyan bidomînin'

  • 13:43 23 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) ku 3'ê Adara 2017'an li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji aliyê komeke PDK'ê ya bi navê 'pêşmergeyên roj' ve hat birîndarkirin û di şeva 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.
 
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) a li Xanesora Şengalê ji aliyê peşmergeyên Roj ve hat kuştin bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Platformê di daxuyaniyê de diyar kir ku Nûjiyan kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û bû dengê gelê Şengalê.
 
Platformê, da zanîn ku Nûjiyan Erhan, bi lêgerîna xwe rojnamevaniya jinên kurd gavek din pêşve bir û wiha hat gotin: "Ji roja dest bi karê çapemeniyê kir heta 3'ê Adarê rastî eşkere kir û bû meşaleyek ji nûçegihaniya jinê re.  Jinên Şengalî ku Nûjiyan qîrîna wan a azadiyê ye ji cîhanê re radigihand, pênûsa Nûjiyan dewr girtine û dane ser şopa wê. "
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Weke Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em Nûjiyan Erhan ku meşaleya rastiyê ye bi bîr tînin û careke din dibêjin ku em ê li ser şopa rastiyê bin ku di oxira wê de Nûjiyan jiyana xwe ji dest da."