Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

  • 13:19 23 Adar 2018
  • Rojane
Roj Umut
 
ŞENGAL - Endama Ragihandina Azad a Kedkar Nûjjîyan Erhan di 3'ê Adara 2017'an de di encama êrîşa PDK'ê û dewleta AKP'ê de li navçeya Xanesora Şengalê birîndar bûbû û di 22'ê Adara 2017'an de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) di yekemin salvegera şehadeta xwe de li Şehitgeha Şehît Berxwedan û Dilgeş li ser gora xwe ji aliyê TAJÊ û rêhevalên wê yê çapamenîya azad ve hat bibîranîn. Di bibîranînê de hat diyarkirin ku Nujîyanê bûye dengê Ezîdxanê yê bêdawî. 
 
Endama Ragihandina Azad a Kedkar Nujîyan Erhan di 3'ê Adara 2017'an de di encama êrîşa PDK'ê û dewleta AKP'ê de li navçeya Xanesora Şengalê birîndar bûbû û di 22'ê Adara 2017'an de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Şehitgeha Şehît Berxwedan û Dilgeş li ser gora xwe ji aliyê TAJÊ û rêhevalên wê yê çapamenîya azad ve hat bibîranîn.
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi dehan jinî berê xwe dan goristanê û li ser gora Nûjiyan Erhan lorîkên xwe anîn zîman. Li Şehîtgehê li ser navê TAJÊ Şemê Remo Xwedêda axivî û got:" Nûjiyana rûyê jina kedkar  her dem xwest bibe dengê Êzidxanê û rûreşiyên neyaran derxîne holê. Xwest bibe dengê jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve di qefesan de hatin şewitandin. Heta em sax bin em ê li pey doza Nûjiyana ku xwest bibe dengê hemû jinan be."
 
Piştî axaftinê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Rojnameger Delîla Axîn ve hat xwendin.   
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna li dijî hêzên desthilatdar tê meşandin bidome û wiha dewam kir:"Em di şexsê Rojnamgera Jin Nûjiyan Erhan de şopdarên heqîqetê Gurbetelî Ersoz, Sarya Onur, Deniz Firat, Şîlan Aras ku xwestin bibin dengê rastiya gelên bindest, bi bîr tînin." 
 
'Nûjiyanê her dem bû dengê jinên hemû cîhanê' 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nûjiyanê her dem bûye dengê jinên cîhanê û wiha hat gotin: "Her dem hêzên desthilatdar li dijî gelan êrîşên hov pêk anîne. Jinên wekî Rojnameger Nûjiyan Erhan jî li dijî êrîşên van desthilatdaran ji bo bibe dengê gel berê xwe da qadên azad û têkoşînek bê hempa meşand. Nûjiyanê her dem bû dengê jinên hemû cîhanê." 
 
'Dê rastî di tarîtiyê de nemîne'
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wekî rêhevalên Nûjiyanê soza şopandina heqîqeta wê didin. Em ê rêbaza gihaştina heqîqetê ya Nûjiyanê mînak bigirin û dê rastî di tarîtiyê de nemîne."
 
Piştî daxuyaniyê li ser gora Nûjiyanê kulîlk hat danîn û mûm hat pêxistin.